NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê, di 10’ê Cotmehê de hêzên YAT’ê û Koalîsyona Navneteweyî li bajarokên Dişîşa û Suwarê yên Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyoneke hevpar li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama operasyonê de 19 çete tevî çek û cebilxaneyên pê re hatin girtin.”
Cebilxaneyê ku hatiye desteserkirin;
“1 Doçka (12.5)
2 B-7
1 AK-47
1 M-16
1 Çekê sekvanî
1 BKC
3 bombe
Gelek fîşek û jarjor.”