NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Yildiz Gabar a YPS-JIN’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran’ de sê çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniya nivîskî de qala van çalakiyan hate kirin:
“Di 9’ê Cotmehê de li taxa Xaçortê ya Wanê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyeke bi bombeyî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin û piştî çalakiyê dijmin dora qadê girt.
Di 10’ê Cotmehê de jî li Taxa Konacik a Bodrûma Mûglayê kargeheke faşîstan hate şewitandi. Di vê çalakiyê de mixazeya nivînan bû xwelî.
Di 11’ê Cotmehê de jî li Taxa Guvenevler a Yenîşehîra Mêrsînê saet di 16.30’an de bombeya ku berê hatibû bicihkirin hate teqandin. Teqîn ji her dera bajêr hate bihîstin û ji ber tirsê dijmin demeke dirêj nekarî were qada çalakiyê.
Di vê pêvajoyê de faşîzm di asta herî jor de ye, em ê jî azadiyê derxînin asta herî jor. Em ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nekin û li hemberî asîmîlasyon û qirkirinê jî bêdeng nemînin. Divê civaka me li dijî qirkirinê di pêngava azadiyê de bibin yek.”