BRADOST – Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û MÎT’ê li Başurê Kurdistanê bi şêwazên cûr be cûr didomin. Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de KDP’ê bi dijminatiya xwe li hember Kurd û Kurdistanê her roj bi kiryarên xwe yên îxanet û nokeriyê tiştek din li ser zêde dike.
Artêşa Tirk a dagirker, li hember berxwedaniya hêzên Gerîlla darbeyên mezin dixwin. Ji ber vê yekê KDP’ê ji artêşa Tirk a dagirker û MÎT’ê re rê vedike.
Agahiyê ku me ji herêmê bi çavkaniyên ewle dest xistiye, di çend rojên derbasbûyî de KDP’ê li sînorê herêma Bradost bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ve bi hinceta ji peşmerge ra baregehên nû ava dike. KDP’ê li herêma Geliyê Şêxzade, gundê Kanî Mêrgareş û Kifredol 2 baregeh ava dike.
Herêmên ku KDP lê baregeh ava dike, Herêmên Parastina Medyan e. Armanca avakirina ev herdû baregehan ji bo çavdêrî kirina Hêzên Gerîlla ye. Hat diyar kirin KDP’ê baregehê ku ava dike ji bo MÎT’ê ye.