SILÊMANÎ – Di 9’ê Cotmehê de (salvegera komploya navneteweyiya li ser Rêber APO) Hikumeta Iraq û KDP’ê li ser nûkirin, ewlehî û rêvebirina Şengalê de hevpeymanek çêkir. Li hember ev peymana destpêkê gelê Şengalê bertekên xwe nîşan da. Hevpeyman li Kurdistan û li cîhanê jî rastî gelek bertekan tê.
Rêveberiya Xweser a Şengalê ev peymana qebûl nake û ev peyman wek êrîşekî li ser Şengalê pênase dike. Di destpêk de gelê Êzidî di serî de Erep, Tirkmen, Sunnî û Şîî jî li dijî ev hevpeymana disekine.
Di derbarê hevpeymanê de Endamê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Azadî Husên Kerkûkî ji Ajansa me re axifî.
Huseyîn Kerkûkî hevpeymanê wiha nirxand; “Peymana ku Baxdat û Hêwler kiriye diyare li ser rewşa Şengal planek nû ye. Piştî 3 Tebaxa 2014 an şûn ve gelê Şengalê dikare xwe rêvebibe, xwe pêşve bibe, xwe biparêze tecrubeyek nû li Şengal derket. Ji ber vê jî hem beşekî ji hêzên navxwe ji vî nerehetin hem jî taybat dewletê Tirkiye ku berdewam ew navçeya bombebaran dike, bi destê PDKê li ser Hukûmeta Irak û Şengal zext dike. PDKê ku bi Irak re hevpeymana ku ragihandiye re rewşa Şengal asayî bike, gel vegere Şengalê, hêzên emmî her dû bihevre birêvebibin, ev hemû li derveyî rastiyane. Aniha gelê Şengal îradeyeki ye. Rêveberiya wan heye. Ew îrade esas neyê girtin hîç tu aliyek nikare encam bigire.
Ev îttîfaka ku hatiye kirin planeke li ser gelê Şengal. PDK, pir caran bi destê Hukûmeta Herema Kurdistan dike. Ew aliyê ku di Hukûmetê de ne wek YNK û Tevgera Goran li gel îttîfakin? Heke li gel bin divê xwe bi eşkere bêjin. Heke li gel nebin jî divê xwe eşkere bêjin.
Mixabin wê rojê jî me dît Serokkomarê Irak, Serokkomar, Serokê Meclîsê û Serokwezîrê Heremê diyare ku Yekîtî û Goran jî ev qebûl kiriye. Bo me ev hevpeyman were bicîh kirin xeteriyekî mezin e.
Ya balkêş ew e ku ev hevpeyman di roja komploya li ser Rêber Ocalan de hatiye kirin. Li gor me ev şêwaza li hev kirin miriye. Me gengaze ku bicîh were kirin. Ne hêza PDKê heye ku xwe li ser gelê Şengal ferz bike, ne jî Hukûmeta Kazimî ku hukûmetekî demkiye, aniha ji bo hilbijartin amadekarî dike. Ev jî hêza wî nîne ku xwe li ser gelê Şengalê ferz bike.
Şengal ji bo xwe rêvebirin de nûmûneyeke. Şengal û gelê Şengal jî li derveyî yasayê Irakê nînin. Her tişt li gor yasaya Irakê ye. Hemû yasa li Şengal tê bicîh kirin. Ya ku neyasayî ye ew îttîfaka ye.
Hêvîdarim xelkê Başurê Kurdistan, rêxistinin navdewletî, rêxistinin mafên mirovan ev hevpeymana qebûl nekin. Divê Parlementoya Irakê ku xwe nûnerên gel dibînin ew jî helwestê xwe divê raber bikin. Divê tu kes li hember vê hevpeymana bêdeng nemînin. PDKê ku di 2014 an de ji Şengal reviya aniha dixwaze vegere.”