BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Tîrmehê de diyar kiribû di êrîşa hewayî de ya li qada Tepê Dûpişk a Heftanînê rêhevalên me Argeş Reşat û Zinar ên li ser peywira xwe şehîd bûbûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Argeş Sara
Nav û paşnav: Rifat Bozkûrt Cihê jidayikbûnê: Riha Navê dê û bav: Şemsê – Evdî Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2020’an/Heftanîn |
Nasnav: Reşat Timoq
Nav û paşnav: Toprak Adibellî Cihê jidayikbûnê: Êlih Navê dê û bav: Neslîhan – Yasîn Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2020’an/Heftanîn |
Nasnav: Zinar Devrîm
Nav û paşnav: Rizgar Yilmaz Cihê jidayikbûnê: Sêrt Navê dê û bav: Hiliye – Îbrahîm Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2020’an/Heftanîn |
Dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina li ser Kurdan temam bike û xeyalên xwe yên Neo-Osmanî pêk bîne, bi alîkariya xeta noker Başûrê Kurdistanê dagir kir. Ji bo ku di operasyonê Heftanînê de ya ku xeleqa dawîn a van êrîşan e bi ser bikeve, teknîka pêşketî ya serdemê bi kar anî. Dewleta Tirk a dagirker îradeya ji pola ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nexistibû hesaban û nekariye xwe ji têkçûnê rizgar bike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwe li gorî rastiya şer as serdemê amade kiriye û bi taktîk û tarzên dewlemend berxwedanê dike. Ev berxwedan bûye sedem ku di nav artêşa Tirk de sendromeke nû pêk were. Pêşengên vê berxwedana dîrokî, şervanên berxwedêr ên felsefeya Apoyî ne.
Di 10’ê Tebaxa 2020’an de li Tepê Dûpişk a Heftanînê di êrîşa hewayî de rêhevalên me Zinar, Reşat û Argeş şehîd bûn. Rêhevalên me di jiyana xwe ya têkoşînê de bi tarzeke fedaî wekî milîtanên felsefeya jiyana azad a Rêber Apo li qada Heftanînê vê peywira xwe bi berxwedaneke destanwerî tacîdar kirin.
ARGEŞ
Rêhevalê me Argeş li bajarê Rihayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heta ciwaniya xwe di nav çand û welatparêziya Kurd de mezin bûye û di temenekî ciwan de bûye şahidên polîtîkayên pergala mêtinger a li ser gelê Kurd û ketiye nav lêgerînan. Rêheval Argeş bergîdaniya van lêgerînan di felsefeya Rêber Apo de dibîne, di bin bandora şoreşa Rojava de dimîne û tevlî nav refên gerîlayan dibe. Ji roja ku hatiye qadên gerîlayan di kesayetiya xwe de guherîneke mezin çêkiriye û bûye yek ji milîtanê mînak ê Rêber Apo. Di her peywirê de qonaxa dîrokî ya şoreşa Kurdistanê ji kûr ve hîs kiriye, i gorî berpirsyariya mezin a şoreşê tevgeriyaye û bi mîsyona fedaîbûnê bûye xwediyê helwesteke pratîk.
REŞAT
Rêheval Reşat li Êlihê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û ji zaroktî ve Têkoşîna Azadiyê nas kiriye. Rêheval Reşat ji zaroktî ve bi destanên qehremanî yên gerîlayan mezin bûye û dema ku dora têkoşînê hatiye ser wî, bêyî fikar tevlî nav têkoşînê bûye. Rêheval Reşat di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û di nava demeke kurt de di warê leşkerî de xwe bi pêş xistiye. Rêheval Reşaad di jiyana xwe de mînakeke sadebûn û dirustiyê bû û xwe di îdeolojiya Rêber Apo de xurt kiribû.
ZINAR
Rêheval Zinar jî li Botanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye, ji ciwantî ve tevlî nav xebatên Têkoşîna Azadiyê ya Kuristanê bûye. Rêheval Zinar ruhê têkoşînê yê Mazlûm, Kemal û Zîlanan ji xwe re kiriye mînak û di têkoşîna xwe de vê xeta fedaî ji xwe re kiriye esas. Bi vê armancê ji bo ku îdeolojiya Rêber Apo fêm bike û bibe xwedî tevlêbûneke çalak, ji xwe re kiriye esas. Herî dawîn jî li qada Heftanînê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi îradeyeke mezin têkoşiyaye û di warê şikandina êrîşên dijmin de rolekî girîng wergirtiye.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê peywirên rêhevalên xwe yên şehîd bi cih bînin û li ser esasî malbatên hêja yên rêhevalên me, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”