BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de 13’ê Cotmehê saet di 17:50’î de li qada Rûbarok a Colemêrgê ji du baskan ve xwe berdan nava dagirkerên li ser Girê Helîkopter.
Baskê destpêkê li 2 konteynir û kamelyayeke dagirkeran xist û îmha kir. Li vir 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn jî li kulûbe û kozikan xist û îmha kir. Hejmara dijminê ku li vir hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 3 leşkerên dijmin ên dagirker hatin cezakirin, 2 konteynir, kamelyayek, 2 kamerayên mobese û 2 projektor hatin îmhakirin, derb li gelek çeperan hate xistin.
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BARANDIN
Dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ye:
13’ê Cotmehê zeviyên gundê Yekmalê ya herêma Metîna bi balafirên şer hate bombekirin.
14’ê Cotmehê saet di navbera 13:55-14:50’î derdora gundên Şkeftiyan û Bilinbazê yên qada Merokê ya herêma Garê hatin bombekirin. Bax û baxçeyên gelê me zerar dîtin.
15’ê Cotmehê saet di 10:30’î de qada Sinînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”