EYN ÎSA – Zarokê bi navê Hatim Hazim (13) ku ji eşîra El-Bû Esaf e vê sibehê di topbarana artêşa Tirk a dagirker û kampa Eyn Îsayê de bi giranî birîndar bûbû.
Ji ber topbaranê lingekî Hatim qut bûbû û lingê din jî bi giranî birîndar bûbû. Her wiha birîn di laşê wî de jî çêbûbûn.
Hatim ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyeke bajarê Reqayê.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, ji ber birînên wî yên giran beriya çend kêliyan li beşê çavdêriyê li nexweşxaneyeke Reqayê, tevî hewldanên bijîşkan jî şehîd bû. Ev yek li sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan gundên Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sira yên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kiribû. Topbaran hîna berdewam e.