NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê agahî da û diyar kir ku operasyon ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê ve hatiye kirin û dest danîne ser damançeyek û gelek amûrên çeteyan.
YPG’ê ev agahî da: “ Li roja 16’ê Cotmehê Yekîneyên Antî Teror (YAT) li Hesekê li hemberî şaneyek DAÎŞ’ê operasyonek lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 4 çete hatin girtin. Herwiha damençeyek û gelek telefon hatin desteserkirin.”