NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê ya Ermenistanê duh ragihandibû ku balafirên bêpîlot ku tê payîn ên Tirikiyê ne ku derbasî qada wê ya hewayî bûne, xistine xwarê.
Berdervka wezaretê Shushan Stepanyan wiha got: “Balafirên bêpîlot li qada hewayî ya Ermenistanê hatin şopandin û tedbîrên pêwîst tên girtin.”
Wezareta Parastinê ya Qerebaxê îro ragihand ku 29 leşkerên wan hatine kuştin. Bi vê yekê ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper û Wezîra Artêşa Fransayê Florence Parley, girîngiya gihîştina agirbestê li Qerebaxê nîqaş kirin.
Wezîrên her du welatan bi rêya telefonê piştrast kirin ku divê serokên Ermenistan û Azerbêcanê sozên xwe yên rawestandina şerê li Qerebaxê û dîtina çareseriyeke aştiyane, pêk bînin.
Ji 27`ê Îlona borî ve di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer rû dide. Ji bo rawestandina şer, Rûsya navbeykariyê dike, lê belê dewleta Tirk hîna şer gur dike.