NAVENDA NÛÇEYAN
Heqîqet… Yanî ji rastiyan jî wêdetir cewherê civakek, hebuna civakek. Ka em bi hev re dest bi rêwîtiyeke ber bi dîrokê bikin û ji bo dîtina heqîqetê li her quncika ku tarî hatiye hiştin binerin. Ji bo em bikaribin li wan cihên tarî de pêşiya xwe bibînin jî hin meşaleyen ku pêşengên me pêxistine bigrin gel xwe, da ku ew pêşiya me ronî bikin. Meşaleya Sara, Zîlan, Bêrîtan, Axîn, Zeryan, Leyla û her wiha bi hezaran jinên lehengên weke van ji bo me meşaleyen ku peşiya me ronî bikin hiştine. Tu meşaleya kîjanê bigre tu zane lê jibîr neke bê meşale nabe. Bê meşale dibe ku di nav tarîtiya dîrokê de tu rêya xwe wenda bike. Dê hadî em derbikevin rê!
Em li heqiqeta hebûneke digerin di nav dirokê de. Heqiqeta welatpareziya jinên ciwan. Belê ka em binerin bê welatparezî çi ye?
Welatparêzî ji welatê xwe hezkirin e. Girêdanbûna axê, hezkirina axê ye. Belê dîrokê de yên ku herî zêde li axa xwe xwedî derketiye jin e. Ji ber ên destpekê ax hembez kirine, bikar anîne, jê berhem girtine û li ser axê bicih bûne jin in . Ger îro civakeke ewqas dewlemend, cur be cur û pêşketî hebe ev bi saya li ser axê bi cîhbûn û axê bikaranîna jinê pêşketiye. Hûn jî dizanin ax her weke dayikekê tê pênasekirin. Ji ber jin jî berhem dide, derdorê xwe xwedî dike, her di nav tevgerê de ye û zindî ye. Hîn jî li gundan jin û ax di nav hevsengiyekî de jiyan dikin û hev du xwedî dikin. Encamê vê tekilîyê de her dû hebûn jî ji aliyê civakan ve her pîroz hatiye dîtin. Ji bo vê ye ku dema ax di destê jinê de bû, li ser wan axan jiyankirin jî bi wate bû. Ji ber jin ‘li şûna sînoran avakirin û xistina bin xizmeta xwe’ qasî pêwîstiyên xwe ji axê sud werdigirt û ew bixwe jî axê xwedî dikir. Di navbera jin û xwezayê de tekiliyekê hevseng ku li ser esasê hezkirin û rêzdayinê hatiye avakirin hebu. Lê kengê ev tekilîya ax û jinê ji destê wan hat girtin edî şer, kuştin, berjewendî, qetilkirina xwezayê, birçîmayina mirovan, koçberî destpêkir. Bê guman jinên dîrokê ji bo bidestxistina vê tekîlîyê pir tekoşîn meşandine. Lê îro dema em lê dinerin welat, ax weke ku gotinên aîde zilamin tên destgirtin. Ji bo vê jî ew jina ku xwedîyê axê ye hemberî pirsgirêkên welat ker, kor û lal hatiye hiştin. Û ev jî weke ku heqiqeta jinê ye tê rewakirin. Taybet jî weke jinên ciwanên Kurd ku li axa Mezopotamyayê jiyan dikin, vê rastîyê ji herî nêz ve jîyankirine. Ji ber dewlemendiya axa Kurdistanê hêzên desthilatdar xwestine vê axa piroz dagir bikin û ji bo vê jî destpêkê erişî hêza jin û ciwanan kiriye.
Her çiqas li hemberî van êrişan berxwedanî hatibin jîyankirin jî ji ber pêşengtî û rêxistinbuyina lêwaz ev berxwedanî hatine tepisandin. Lê bi tepisandinê re bi temamî ji holê ranebune, berovajî ev serhildan û berxwedan weke nivîngekê berxwedanê gihiştine sedsala me ya aniha. Îro bi pêşengtiya Rêber Apo welatpareziya rast xwe derxistiye holê û li hemû cîhanê bi tekoşîna netewa demokratîk xwe bi gewde kiriye. Bi saya rêber Apo û tekoşîna azadiya jinê weke jinên ciwan jî, di vê berxwedaniya nêziki 50 sal e te meşandin de, rolek girîng hatiye lîstîn û heqiqeta welatparezîya jin derketiye holê. Şehid Sara, Şehid Bêrîtan, Delal Amed, Vîyan Avareş, Azê Melezgirt, Seren Anatolya, Hevrîn Xelef, Asya Yuksel, Leyla Şaylemez, Amara Gabar, Avesta Herekol hin ji van jinên şoreşger in ku welatparêziya rast nîşanî me dane. Li hemberî ferasetên zilam ku maddî manewî her tişt aidî xwe dibîne, îrade û ramanên jinê qebul nake, jinê tenê weke meta dibîne, welatpareziyê tenê weke karê zilam digre dest derketina jina azad pêşketina herî mezin ya civakîbuyinê ye.
Bi tekoşîn û zanebûna jinê re derketiye holê ku ew jiyan û welatên ku ji aliyê zilamê desthilatdar ve hatine dagirkirin û tarumarkirin tenê bi hêza zilam ya çors û mejîyê zilam ê analîtîk nayê rizgarkirin. Ji bo vê îro li her derê jin xwe birêxistin dikin û ji bo rizgarkirina jiyan û welatê xwe têkoşîn dimeşînin. Ji bo vê jî çi li Kurdistanê dibe çi li welatekê din a hatiye dagirkirin dibe, erka sereke ya welatparêziyê li ser milê jinên ciwan e. Mixabin encamên êrişên pergala zilamsalar de yên ku herî zêde ji zanebûna welat hatine durxistin jî jinên ciwan in. Ji ber pergala zilamsalar ê potansiyela hêza jinên ciwan a guhertin û veguhertinê dizane, bi politikayên şerê taybet bombardimanek pir mezin dike. Pergala aniha ji bo li ser gotina welatpareziyê nehizirin hema bêje 24 saetan dixebite û agahiyên vala dixe mejiyê ciwanan de. Politikayên asîmîlekirinê zêde dike û ciwanan ji cewherên wan a çandî dûr dixîne. Aliyê wijdan û ruhî de valatîyêk mezin ava dike û vê rewşê weke ku pir ji rêzê ye dest digre. Em dikarin bi hin mînakan êrişên dijmin şênber bikin.
Îro bi hezaran jinên ciwanên li Kurdîstanê an jî li derveyî Kurdistanê bêyî ku tu kar û xebatekê şoreşê bimeşînin jiyana xwe ya şexsî jiyan dikin. Jiyana şexsî jî tenê ji çûyina dibistanê û erka endambûyîna malbatê pêk tê. Ev jinên ciwan weke ku pirsgirêke welat jiyan nakin, li welatên wan de her roj mirov nayên kuştin, dijminekî ku dixwaze tevahî Kurdan qir bike tuneye tevdigerin. Ev li hemberî dagirkeriya li Kurdistanê, li hemberî qetlîamên jin, zarok û ciwanan ker, kor û lal mayin e. Divê her jina ciwan bizanibe ku erka şoreşa Kurdistanê, şoreşa jiyana azad erka hemu kesan e. Yên vê erka xwe pêk nêynin li hemberî dîroka civakîbûyinê di pozîsyona gunehbariyê de dimînin. Ji bo vê her jinekê ciwan ku gihiştiye lêpirsînekê biçuk jî, divê lêgerînên xwe mezintir bike û li heqîqeta xwe ya cewherî bigere. Heqîqeta me welatê me ye, heqîqeta me welatparêziya me ye.
Her wiha ji bo welatpareziya rast zanebûneke pir teorîk jî pêwîst nake. Jixwe li welatên weke Kurdistanê ku di bin dagirkerî û metîngeriya hêzên cîhanî de ye her roj zarok, jin û ciwan tên qetilkirin, li welatên wisa yên weke ku li bihuştan mirov birçî dimînin, zarok li kolanan tî, birçî pêxwas mirî tên dîtin, gelên ku koletîyê napejirînin bi koçberiyê re rû bi rû diminîn, piştî çem, rubar, daristan û zozanan, ji welatên xwe dûr di nav çolên zûha de neçarî dilopek av dibin. Berî her tîştî jî ji mejîyê civakî dûr dikevin, ji çanda xwe xerîb dibin. Li ciheke ku li pêş çavê hemû cîhanê ev rewş bên jiyankirin ma hewceyî bi lêkolîn û teorîyan heye gelo? Ger mirov li xwe bizivire wê bibîne ku her yek ji me, ji aliyekê ve bûne armancên erişên dijmin. Her yek ji me ji aliyekê ve ji çanda xwe ji welatê xwe hatine dûrxistin. Tenê ji ber vê be jî, divê her yek ji me bi evîn û hesreta gihiştina welatê xwe têbikoşe. Ji bo vê tû kî dibe bila be, li ku derê jiyan dikî bike; ger tu xwedî li welatê xwe derbikevî tu heyî, ger tu xwedî li welatê xwe dernakevî tu mirîyi.
Di vê mijarê de Rêber Apo jî dibêje : “Gihiştina feraseta welatparêziyê şert e! Ne tenê gihiştina ferasetê, divê hûn hemu rastiya wê ya civakî, dîrokî fêm bikin. Vê jî ne bi ferasetekê ji rêzê, xwe bi xeyalê ku bi hezkirineke mezin hûn çawa dikarin veguherinin bihuşte pêçandin, şertê destpêkê ya ketina vê rêyê ye. Wê ev, hezkirina we ya welatparêzîyê bilind bike, çîyayên we, kevirên we, deştên we, çûk û gûrê we dê bibe evîna we. Berî her tiştî di kesayeta xwe de zanebûna vê, coşa vê ava bikin, bila mejîyê we pêşbikeve, dilê we hinek vebe. Ev jî tespîteke ilmî ye.”
Belê em qederekê di nav dîrokê de geriyan û me hinek heqîqet jî peyda kirin. Me dît ku di dîroka civakbûnê de ji ber hêz û îradeya xwe, hezkirina jîyan û welatê xwe bi milyonan jin an hatine qetilkirin an jî bi bedengiyekê demdirêj û polîtîqayên bê îradekirinê re rû bi rû hatine hiştin. Piştî demekê dirêj ku bi koletiyê re derbas dibe bi saya jinên tekoşer yên dîrokê navê wan pir kêm tê zanîn. Weke çûka Anka’ yê ku xwe ji xwelîyê xwe ji nû ve diafirîne, weke jin me jî xwe ji xwelîyên xwe ji nû ve afirand û em destana azadiyê dinivîsinin. Îro welatparêziya jinên Kurd ji bo hemu jinên cîhanê dibe ilhama azadiyê û govenda xwe fireh dike. Ruxmê hemu pergalên feodal, kapîtalîst û emperyalîst, jin li hemû qadên jiyanê li ser piyan e. Ji bo welatê xwe di serî de jinên ciwan û hemû jin li çiyê ne, li bajara ne, li kolana ne, li eniyên pêş yên şer in, li ser dikên hunerê ne, li platformên sîyasetê ne li hemu deverên jiyanê de jiyan û welatê xwe diparêzin. Bi bawerî û îdiaya jiyan û welatê azad mil dane milên hev, govenda azadiyê digerînîn.
Cûdî Bagok