Semînar ji aliyê Endamê Encûmena Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Necîbe Omer ve hate dayîn. Omer wiha axaftina xwe ya destpêkê pêşkêş kir: “Em wisa dizanin ku di bûyerên dijî jinan de tenê jin û keç qurbanî nînin, belku mêr jî di heman astê de dibin qurbanî.Jin di dîrokê de di nava civakê de xwedî cih û rolekî sereke û hêza rêvebirina civakê bûne, lê îro ne tenê jin belku mêr û piraniya civakê ji dîroka ku jinê afirandî bê agah in. Jina azad ya ku xwedî fikreke azad be, ti hêzek nikare li beramberê wê tund û tîjiyê pêk bîne.”
Necîbe Omer di dewama axaftina xwe de bal kêşand li ser xwe pêşketina jinên Şengalê û wiha pê de çû: “Ya me li Şengalê dît ev e ku jin bi destê çeteyên DAÎŞ’ê bûne qurbanî, niha wan jinan li Şengalê xwe pêşxistine, fikrê xwe azad kirine û bûne hêza parastina Şengalê.”
Semîner piştre bi gotûbêj û pirsiyarê beşdaran bi dawî bû.