NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Federasyona Komleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz ên di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya 16’ê Cotmehê de hatibûn destgîrkirin piştî 4 rojan birin edliyeyê. Yavûz û Eryilmaz ên îfadeya wan li dozgeriyê hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobddar Yavûz û Eryilmaz bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtin û şandin girtîgehê.