NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker dest bi valakirina nuqteya çavdêriyê ya Morekê kiriye ku li başûrê Idlibê ye.
Piştî ku bajarokê Han Şeyhûn ê Idlibê di Tebaxa 2019’an de kete bin kontrola hêzên Sûriyeyê, nuqteya çavdêriyê ya Tirk a bi hejmara 9’an a li Morekê ku li bakurê Hamayê ye, zêdeyî salekê di nava dorpêçiyê de ma.
Dema dawî şêniyên herêmê ji bo vekişîna leşkerên Tirk çalakiyên protestoyî li dar xistin. Hate ragihandin ku nuqteya çavdêriyê ya navborî tê valakirin.
Tê gotin ku leşkerên Tirk ên li herêmê beriya çend rojan dest bi amadekariyên veguhastinê kirin û qada çavdêriyê xera kirin.
Li gorî agahiyan, vekişîna ji nuqteya çavdêriyê ya Morekê doh bi şev dest pê kir û artêşa Tirk hin ji amûrên leşkerî yên li nuqteyê ber bi aliyê Idlibê ve veguhastiye.
Tê gotin, di encama hevdîtinên bi Rûsyayê re dewleta Tirk biryar daye ku hin nuqteyên çavdêriyê vala bike.
Hate ragihandin ku nuqteyên çavdêriyê yên li Til Tuqan, Şeyh Akil û Şîr Maxarê jî wê bên valakirin.
Çavkaniyên nêzî çeteyên li Idlibê jî dibêjin, vekişîn di encama lihevkirina dewleta Tirk û Rûsyayê pêk hatiye.
Nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê di encama hevdîtinên Astanayê de yên navbera Rûsya, dewleta Tirk û Îranê hatibûn avakirin.
Piştî hevdîtinên Astanayê yên Îlona 2017’an artêşa Tirk li derdora Idlibê û li bakurê Hamayê 12 nuqteyên çavdêriyê ava kiribû.
Lê belê bi pêvajoya şer re artêşa Tirk gav bi gav hejmara leşkerên xwe yên li Idlibê zêde kiribû.
Di rewşa heyî de li Idlibê 69 nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk hene û zêdeyî 12 hezar leşkerên xwe li herêmê ne.