STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê serlêdan hate redkirin.
Serdozgeriyê biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 6 mehan ku 2’emîn Ddgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 23’ê Îlonê de têkildarî Ocalan û 3 girtiyên li gel wî dabû, kir hincet û serlêdan red kir.
Bi îdîaya “Nexşeya Rê” ya ku Rêberê Gelan Abdnullah Ocalan li parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zêde kiribû, 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinên bi parêzeran re lê hatibû birîn.