STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Bi hinceta ku ‘Nexşeya Rê’ li parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zêde kiriye, li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hatibû qedexekirin.