HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Bi Moral û motîvasyona gerîla rengê berxwedanê tê diyar kirin.
Gerîlaya bi navê Çîçek Çiyager ya ku ji Bajarê Kobanê ê Rojavayê Kurdistanê tevlî refên azadiyê bûye û cihê xwe di berxwedana Cenga Heftanîn de girt, bi stranên xwe berxwedanê mezin dike û dagirkeriyê têk dibe. Çîçek Çiyager bi strana xwe ya ku di Cenga Heftanîn de dibêje ji gerîlayên Botanê bigire heya gerîlayên Zagrosê ji hemû berxwedanvanan re, ji hemû Şervanan re dibe çavkaniya moralê.