NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker rojên dawî êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye, êriş bir ser herêmên ku sivîl jî lê ne û ji ber van êrişan xisareke madî rû da. Armanc ji van êrişan ew e ku gelê herêmê bê koçberkirin. Di 3 rojên dawî de li xeta Eyn Îsayê êriş li gelek gund û rêya bejahî ya M4 hate kirin. Di heman demê de balafirên şer û keşfê li ser herêma Eyn Îsayê geriyan.
Di berbanga 21’ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da ku bi dizî derbasî nava navçeya Eyn Îsayê bibe. Li ser vê yekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Eyn Îsayê bersiv dan û li derdorê gundê Seyda şer qewimî. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.”