HESEKÊ – Bi slogana “Dem dema azadiyê ye, Emê Teqez Serbikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Serêkaniyê li kampa Waşokanî meşek dirêj ber bi bajarê Til Temir ve li darxist.
Ev meş di çerçoveya hemleya “Emê Teqez Serbikevin” ya ku Tevgera Cİwanên şoreşger li bakur û rojhilatê Sûrye ragihand, ji bo azadiya Rêber APO, û ji bo bilind kirina tekoşînê li dijî dagirkeriyê ye.
Her wiha meş bi tevlîbûna bi dehan ciwanên Serêkaniyê ên ku li kampa Waşokanî dimînin, saat 08:00’ê vê sibehê de meş destpê kir, di meşê de ciwan û jinên ciwan wêneyên Rêberê gelan Abdullah Ocelan û lafîtayen li ser dinvîse “Dem Dema Azadiyê ye, Emê Teqez Serbikevin” û “NA ji dagirkeriya dewleta Tirk re” hildan.
Tê diyarkirin ku ev meş di satên êvarî de bighêje armanca xwe bajarê Til Temir.