HESEKÊ – Bi slogana “Dem dema azadiyê ye, Emê Teqez Serbikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Serêkaniyê li kampa Waşokanî meşek dirêj ber bi bajarê Til Temir ve li darxist.
Derbarê Meşa dirêj de Ciwanan nerînên xwe ji Ajansa me re anîn ziman.
Jina Ciwan a bi navê Yuksel Silêman êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, şermezar kir.
Endama Jinê Ciwan Nisrîn Zirgan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û şerê taybet ê li ser ciwanan tê meşandin jî, ew ê çalakiyên xwe li qadên azadî û têkoşînê dewam bikin û got: “Tekez em ê bi ser bikevin û rêber Ocalan azad bikin.”
Ahmed Abdullah jî bang li ciwanên Rojava kir ku tev li çalakiyên li herêmê tên lidarxistin, bibin û piştrast kir ku bi rihê ciwanan ku bingeha civakê ne, çi dibe bila bibe jî ew dev ji nirx û armancên xwe bernadin.
Çalakî îro êvarê li Til Temirê bi dawî bibe.