VIYANA – Li Viyanayê bi dirûşma ‘Raman nayê zindanîkirin, Ji bo Rêber Apo azadî niha’ mîtîngek hate kirin.
Ciwanên Kurd saet 17:00’an li Bûndeslander Platzê mîtîng lidar xistin û li mîtîngê jî pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwendin.
Her wiha ciwanan standek a pirtûkên Rêberê Gelan, brûşûr û tecrîdê li xwe digire vekirin.
Li standê wêneyên Ocalan hatin hildan. Gelek belavokên li ser tecrîdê hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşman piştî saet û nîvê dawî bû.