HESEKÊ – Ciwanên Serêkaniyê û Hesekê meşeke dirêj bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin, em ê hedefên xwe pêk bînin” ya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist. Meşa ciwanan ji Hesekê dest pê kir, piştî ciwanan 30 km bi meşê qut kir, gihîştin navçeya Til Temirê.
Dema ciwan gihîştin navçeya Til Temirê meşa wan bi meşaleyan dest pê kir, tê de dirûşmên bilindkirina berxwedan û azadiya rêber Ocalan hildan.
Meş li tevahî kolanên sereke ya bajêr pêk hat, lê dema gihaştin navendê bajêr a kolana Şehîd Demhat vegerî mêtîngê.
Ciwanan derbarê armanca xwe ya tevlîbûna meşê de nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin û wiha gotin; “Li dijî tecrîda li ser Serokatî em meşek dirêj lidar dixin. Ev meşa me ji bo ku hemû ciwan û gele me rabin ser piyan. Em dibêjin êdî bese, em ê heta kengî bindest bin, bên kuştin. Pêwiste em êdî rabin û azadiya xwe û ya Rêber APO bixwazin.
Em ê ji bo Serokê xwe meşa xwe bighine encamê. Heta tecrîd neye şikandin û em azad nebin, em ê li ser piyan bin.”
Meş bi dirûşmên bangwaziya berxwedanê li hember dagirkeriyê û girtina dîlanê bi dawî bû.