STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23’ê Îlonê de ‘Nexşeya Rê’ ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo parêznameya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2009’an şandibû, kir hincet û 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.