STENBOL – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, biryara destgîrkirina 120 kesî hate dayin. Li 12 bajaran doh û îro di operasyonên qirkirina siyasî de heta niha 93 kes hatin destgîrkirin.
Di nava kesên hatine destgîrkirin de ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Sed Şaraldi û endamên Grûp Yorûm Metîn Kalelî û Yaşar Coşkûn jî hene.