BEHDÎNAN – “Ti carî hûn ne tenê ne! Ji bo me yekîtiya herî mezin, bi we ciwanan re yekbûna şerê azad e. Ev yek hatiye afirandin. Ez gelekî baş bawer dikim ku ez jî vê hêza xwe ji ciwantiya xwe ya bawermend distînim. Me bi vê bawer kir û me ev yek bi serxist. Serokatî hûnin.”
Serok APO
Ez bêjim Mem, hûn bêjin Zîn, ez bêjim Derwêş û Edûlê, hûn bêjin welatê kes nikare bigîjê.
Ez bêjim şervanên azadî vexwarine. Ez bêjim Geliyê Zîlan, hûn bêjin li Dêrsimê dilên zarokên me yên di serê sûrgûnan de.
Ez bêjim rûyê faşîst ê Dehaq, hûn bêjin dilê berxwedêr ê Kawa.
Ez bêjim Ava Mezin a netebitî, Çemê Dîcle yê har, hûn bêjin Zeynep, Hesen û Hûseyênê Kerbelayê.
Ez bêjim ku xaka sorbûnê û fermana 38an, hûn bêjin sekna Zarîfe, çavên Besê, tolhildana Rindexan.
Ez bêjim Kurd û Kurdistan, hûn bêjin komkûjî, berxwedan, mirin û serhildan!
Ez bêjim Cizîr û Nisêbîna 1992an, hûn bêjin ku Bêrîvana Cizîrî û Kopriya Ahmet Kaya!
Ez bêjim Cizîr, hûn bêjin bedenên şewitî, agirê gûr û bê rawestan, gûlle û tilîliyên netebitî, dil û hinavên tiyê berxwedanê, kûjerên mirinê û candanên jiyanê.
Ez bêjim Cizîr, hûn bêjin hemû kelehên berxwedanê, jêrzemîn, kolan, çeper, bend û hendek.
Ez bêjim Cizîra Botan, hûn bêjin Axîn, Harûn, Faraşîn, Sîdar, Nûda, Sozdar, Serdem, Jiyan û Şerker.
Ez bêjim agirê herî hevrêyî, hûn bêjin nûserên rûpelên dîrokê.
Ez bêjim qehpetiya faşîstiyê, hûn bêjin heft dilên dilawerên canfeda ku wê dorpêçê bişkînin, destana heft gerîllayên jiyan û candayî.
Ez bêjim Cizîr, hûn bêjin Tolhildan, tolhildan, tolhildan!
Îcar rabûn û bi rê ketin, gotin “emê bibûn hevrêyê rêya te”.
Em di berbana rojên vexwarina azadiyê de bûn. Di kêfxweşiya destpêkê yên rojên şoreşa ku emê helî helî bihiliyana de bûn. Şeva destpêkê ya soza ku meyê xwe ji Kurdistanê re kiriba bûk, di heyam û wextekî ku meyê jinên mîna libên elmasê bi cîh bicîh bikirina. Hingî navê rûyê erdê Jiyan, Rûken Qoserî, hingî navê rûyê erdê Nûda, Faraşîn û Azadî bû.
Îcar rabûn soz dan. Û em dema rewnaqiya çavên ku sebir li ruhê xwe neqişandibûn, dema rûkeniya bi navê te sûnd li teslîmihyetê dixwendin û tolhildana te li ser dilê xwe weke dildar û xoşewîst nivîsandibûn.
Êdî dem rewnaqiya avsûnên xinçerên çavgirtîne. Hingî navê tolhildanê Harûn e, Axîn, Serdem û Sîdar e. Vaye dest bi gotinê kir Egîdê ala sor a xeta me ya nemirîniyê, her ku pakitiya civakîbûnê vexwar, ew çend jî koletî kuşt. Xwediya vîna sebra Egîdiyê, Navê rûyê erdê Zinarîn Raperîn, li nava Sûrê wê bi zarokan re şekir dirêjî te bike… Dema got, “her ku ez hîs dikim bi hêz dibim”, jina çiyayên Kurdistanê ji porxelekên xwe evîn belav dikir, hingî ew dibû navê jinê yê tolhildanê. Rûkeniya dawî ya govekên wê, navê rûyê Erdê Doga Jiyan…
Vaye dest bi gotinê kirin tiliyên bilindbûyî yên dayikên por sorên Kurdistanê, kêliya qêrînê li dijî mejiya êşkencekaran bi gotina “Em gelin gel”. Mehmet Tûnç, Asya Yüksel.
Dayikên ku ewladên xwe di berdêla rizgariyê de fedayî azadiya gelê xwe kirin, dayikên ku qêrîna gelê xwe welidandin, îcar navê rûyê erdê; dayika Taybet, roj û tava Şemiyan ango navê qêrîna rûyê erdê…
Û mirin di berbanga Kurdistanê de stêrkek diwelidand, di malzaroka dayikên Kurdistanê de…
Îcar fedaîtî di mirovatiyê de, di çavên ciwanên Kurdistanê de ji nû ve can dida berbanga soritiyê. “Ger em herin emê bi hev re herin, emê kêfxweşiyên nû bibînin”. Emê di xembariya xwe de, di sekna dilşadiyê de ji nû ve biwelidin hingî. Hingî tuyê li Kurdistanê bibî navê dildaşiyê, navê sekn û bedewiyê. Vaye em Dergeha Heqîqetê ya li dora wê pirpirîkin, vaye ew ber bi heqîqetê, ber bi dilşadiyê dibezin, ew ber bi şoreşê, bi navê jin û ciwanan dibezin, ew çavên wê xiyanetê bikûjin, berxwedana li dijî zûlmê ne. Vaye ber bi te ve dibezin zanyar Ocalan!
Hevoka dawî, tola dawî dibe navê te, awirê dawî, xwesteka dawî, dibin çavên te. Kêliya dawî ya berxwedanê dibe ev hevok: “BIJÎ SEROK APO”!
Laleş Rênas