NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî a Kobanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe a fermî weşand.
Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de bi wan gotinan bal kişand ser Berxwedana Kobanê: “Çawa ku Ciwanên Kurdistanê di sala 2014’an di pêvajoya Berxwedana Kobanê de bi seferberiyê tevlîbûn, sinoran nasnekirin, barîkatan derbaskirin û berxwedanê pêşxistin, îro jî bi heman rihê seferbertiyê ji bo li Çiyayên Azad ê Kurdistanê qerebalixa faşîst tune bike xwedî heman baweriyê ye.”
Komalên Ciwan bang li hemû Ciwanên Kurdistanê kir ku bi şexsê fermandarê mezin Egîd Civyan tevlî Serokatî, Azadiyê û refên Gerîla bibin û diyar kir ku ‘Gerîlabûyîn Azadbûyîne, Gerîlabûyîn Serkeftin e’.
Daxuyaniya Komalên Ciwan bi berfirehiya xwe wiha ye:
“Partiya me PKK ku salvegera damezrandina wê nêz dibe, bi têkoşîna bêhilm a 42 salan ji bo Gelê Kurdistanê û hemû gelên bindest bikarin jiyan bikin, buye hilmek. Di vê pêvajoyê de PKK’ê bi şehîdên hatine dayin, bi nirxên hatine ava kirin nîşan daye ku partiya me partiyeke ji bo xwe gihandina heqîqetê ye û tekane navnîşaneya jiyana rast û jiyana azad e.
Partiya me PKK ji roja damezradina xwe heta roja me ya îro xwe ciwan hiştiye. Rêbere APO bi gotina xwe a “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biserkevin” têkoşîna bêhempa dabû destpê kir. Berxwedana ku di 27’ê Mijdara 1978’an destpê kiriye, îro xwe gihandiye mîlyonan û derxistiye berbiçav ku dikare di oxîra jiyanek sosyalîst u jiyanek azad çi berdêlan bide. Li ser vî esasî destêpê li Heftanînê yê bi lehengî şer kirine û şehîd ketine, mîna Nucan Serdoz ku sekna ciwantî ya demê temsîl dikir, hemû şehîdên Heftanînê, dîsa hevrê me Hûseyîn Malatya ku bi salane li gelek qadên Kurdistanê di asta herî jor de tevlî têkoşînê bibû û sekna ciwantî di têkoşîna xwe li her qadê temsîl kiriye bi rêzdarî bibîr tînin. Em di şexsê fermandarê mezin Egîd Civyan ku hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kiriye, û Şengalê ji fermana DAIŞ û çeteyên dewleta tirk rizgar kiriye, hemû şehîdên azadiyê û şoreşê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tinin, û soza têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdarkirinê didin.
Em di pêvajoyek ku êrîşên faşîzmê bi awayekî tund û siftî tê meşandin de derbas dibin. Him li cîhanê, him jî li Rojhilata Navîn li ser esasê berjewendiyên dewletên kapîtalîst guhertin pêşdikevin, û bi vî awayî gelan xistiye nava mehsera zext û zilmê. Li Kurdistanê rêverberiya şer a Akp-Mhp bi piştgiriya DYE-Rusya hewl dide di pêşbirka faşîzmê de ya buyîna yekem biser bikeve. Li ser vî esasî li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî rêveberiya şer a Akp-Mhp ku polîtîkayên befirehkirinê dişopînin, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelê Ereb, Ermen, Asurî-Suryan, û Turkmen buye tehdîdek. Faşîzma tc’yê bi xeyalên xwe ê osmanî ketiye pozîsyona zilamê nexweş û sîstema heyî ji bo gelên cîhanê nabe bersiv, beramberî van paradîgmaya Serokatî li horîzonê wek rojê hiltê. Û tevahî gelê cîhanê jî berê xwe didin vê rojê.
Li ser vî esasî li ser Rêber APO ku noxteya herî hesas ya gelê Kurd e, tecrîd û îzolasyona girankirî tê pêk anîn. Dîsa faşîzma tc ku dixwaze bi wan polîtîkayên xwe encam bigre, li dijî tekane hêviya Gelê Kurd PKK’ê û li dijî nirxên wê her êrîşê ku ji destê wê tê pêk tine. Bi medyaya xwe a şerê taybet herroj nûçeyên derew mîna “Me PKK’ê xelas kir” çêdike, dîsa bi derewan dixwaze eleqeya gelan ku ji bo partiya me pêşdikeve tune bike û dixwaze zihniyeta xwe a qirêj bixe malê PKK’ê. Rejîma faşîst a qesrê taybet li Bakurê Kurdistanê û li her çar perçên Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîkayên befireh ê tinekirin û qirkirinê dide meşandin. Di salên derbasbûyî rejîma faşîst a qesrê bi armanca dagirkirina axa Kurdistanê, bi piştgirî PDK’ê êrîşên xwe birine ser axa Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê. Li ser vî esasî her dawî li herêma Behdînanê ku sewqiyat befireh a leşkerî hatiye kirin, dîsa nîşan dide ku PDK û rêveberiya şer a Akp-Mhp di nava hevkariyê de ne.
Faşîzma tc’yê hemû derfetên di destê xwe bikar tine û difikire ku ewê bi vê encam bigre. Bi polîtîkayên xwe ê şer taybet dixwaze Gelê Kurd bixe nava bêhêviyê, aciziyê û dixwaze psîkolojiya têkçûnê bike serwer. Bi polîtîkayên qirkirina sîyasî herroj bi hezaran gelê me ê welatparêz binçav dike, û îşkenceyan re derbas dike, erdnîgariya bedew a Kurdistanê herroj bombebaran dike û daristanên wê dişewitînin. Dixwazin Ciwanên Kurdistanê û Jinên Ciwan bi polîtîkayên maddeyên hîşbîr, fuhûş û sîxuriyê bênasname, bêîrade û bêrumet bikin. Bi evîna sexte û eşka bêaqilî leşker û polîsên faşîzma tc’yê dixwazin Jinên Ciwan ê Kurd ji berxwedanê dûr bixe, da ku mîna jinên ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtinê, nebin xwediyê berxwedanê û vê mîrasê nedomînin, dixwazin jinên ciwan bixe amûrek ji bo polîtîkayên xwe ê qirêj. Civakek ku ciwanên wê bêîrade buye, li beramberî bêîradebuyînê neçar maye, dînamîzma xwe wenda kiriye, ji ber vê yeke buye civakek ku bi tunebûne re rû bi rû maye.
Li dijî hemû ev êrîşên faşîzane Gelê Kurdistanê û Ciwanên wê, dîsa beşên cep-sosyalîst hemberî her cureyê polîtîkayên qirkirinê, her kêlî li her deverê di nava berxwedanê de ne û îspatkirine ku wan ala têkoşînê bilind kirine. Gelê Kurdistanê ji Rêber APO, ji PKK’ê û ji zarokên xwe yanî berxwedana Gerîla a efsanewî hêz û moral girtiye û tevlî berxwedanê bune. Di her fersendê de Gelê Kurdistanê nîşan daye ku ewê hemberî faşîzma tc’yê tucarî serî netewînin. Di nava pêvajoya pêşveçûye alavên teknîkî yên faşîzmê ku nirxên wê nayê hesibandin ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdista bi rêbazên hêsan, lê ewqas jî bi bandor vala hatiye derxistin. Ji ver vê jî artêşa faşîst a tc’yê her gav hîlma Gerîlayên Modernîteya Demokratîk di stûyê xwe de hîs dike, bi rehetî nikare razê. Mînaka vê ya herî berbiçav rastiya Berxwedana Heftanînê ye. Dîsa berxwedana ku li çiya pêşketiye, li metropolan hatiye silav kirin. Li ser vî esasî şewata têkoşînê qesra rejîma faşîst a Erdogan dorpêç kiriye. Berxwedana Gerîla ku li çiya û bajaran pêşdikeve, ji bo Gelê Kurdistanê buye çavkaniya mezin a moralê û bi saya vê Gelê Kurd û ciwanên wê xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Dîsa li dijî tecrîda girankirî ku li ser Serokatiya me tê ferzkirin, hemû cîhan ji bo azadiya Rêberê gelan Rêber APO hemû derfet û hewldanên xwe seferber kirine û piştgiriya têkoşîna Gelê Kurd a mafdar kiriye. Li dijî hemî polîtîkayên zor, zilm, îşkence û qirkirinê yên tên ferz kirin, Gelê Kurdistanê, ciwan û jinên ciwan, dîsa beşên cep-sosyalîst, karker, kedkar bi hîşmendiya ku wê serkeftin tenê bi berxwedan û têkoşîna berfireh pêk were, koka faşîzmê biqelîne.
Taybetmendiya ev pêvajo hem ji bo Kurdistan, hem Tirkiye, hem jî Rojhilata Navîn ew ku çarenûsê diyar dike. Ji ber vê berxwedana li dijî faşîzma tc pêşdikeve destpêkê ji bo Gelê Kurd û tevahî gelên bindest êdî jiyana azad û mirovî ku heqe, ferz dike. Di pêvajoyek wiha de ji aliyê KCK’ê pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” hatibû îlan kirin, ev pêngav li dijî faşîzma tc’yê ku teslîmyetê, bêîradebuyînê û polîtîkayên jiyanê xelas kirin ferz dike, şiyara Azadiyê ye.
Li ser vî esasî Komutanê me ê mezin Egîd Civyan ku di nava têkoşîna me ya azadiyê de buye xwediyê berxwedanek sade, di çavên gelê me yê Şengalê buye Derwêşê Hemdem, û herî dawî dijî faşîzma tc’yê li kelha berxwedanê li Botanê têkoşînek bêeman pêşxistiye û gihiştiye şehadetê. Di şexsê komutanê mezin Egîd Civyan em seferbertiya tevlîbûna nava refên Gerîla radigihînin.
Îro ger em wek Kurd dikarin bêjin em hene, ev bi saya keda mezin a Serokê me, bi saya berxwedana şehîdên me ê qehreman û bi saya têkoşîna gerilayên fedayî ku xwînê bi dijmin dide vereşandin pêkane. Ger îro li çiyayên Kurdistanê û taybet li Heftanînê rastiya Gerîlayên berxwedêr neba, li bajaran Kurdekî nikarîbû yek deqê hîlmê bigre. Îro di bin şert û mercên faşîzmê ger em hîlmê distînin, ev di encama berxwedana Gerîla û bi têkoşîna şehîdên me yê leheng derketiye holê. Ji faşîzma Akp-Mhp tolgirtin û hesabên pêwiste werin pirsin hene. Vê bi riya rast serxistin encax bi tevlîbûna nava têkoşîna gerîla pêkane. Ciwanên Kurdistanê pêwiste tucarî Kemal Korkut’yan, Şerzan Kurt’yan, Ugur Kaymaz’an, Ceylan Onkol’an û Cemile’yan jibîr nekin. Herroj Ciwanên Kurd bin panzeran de tên hecîqandin, di zindanan işkenceyan dibînin û tên qetilkirin, pêwiste ciwan bibe hêza tolgirtina wan hemûyan. Di rewşek wiha ku dewleta faşîst a tc hemû hebûna xwe xistiye van êrîşên faşîzane, nayê qebûl kirin ku Ciwanên Kurdistanê li cihê xwe bisekine û li dijî vê bêdeng bimine.
Di vî warî de ji bo Ciwanên Kurdistanê Gerîlabûyîn tekane şertê hebûnê ye. Gerîlabûyîn berbi heqîqeta xwe meşandine, û mîna derwêşek xwe ji heqîqetê re helandine. Xwe ji qirêjiyên pergalê paqij kirin, ditîna nirxên xwe ê cewherî, di kesayeta xwe de jiyana azad ava kirin û xwe gihandina pîroziyê ye. Gerîlabûyîn tekane temînata xwegihandina jiyana tê bêrîkirin û bixwe jiyana bi rumete. Li ser vî esasî ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê û Jinên Ciwan bikarin bêjin ez jî xwedî jiyanek bi rumet im, pêwiste cihê xwe di nava vê berxwedana Gerîla a dîrokî de bigre. Ji bo zarokên Kurdistanê sibê hin azadtir bikarin bijin, pêwiste Ciwanên Kurdistanê Gerîlabûyînê pêk bine û cihê xwe nava refên berxwedanê de bigre.
Çawa ku Ciwanên Kurdistanê di sala 2014’an di pêvajoya Berxwedana Kobanê de bi seferberiyê tevlîbûn, sinoran nasnekirin, barîkatan derbaskirin û berxwedanê pêşxistin, îro jî bi heman rihê seferbertiyê ji bo li Çiyayên Azad ê Kurdistanê qerebalixa faşîst tune bike xwedî heman baweriyê ye. Li ser vî esasî destpêkê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê em pîroz û silav dikin. Em bang li hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ku bi şexsê fermandarê mezin Egîd Civyan tevlî Serokatî, Azadiyê û refên Gerîla bibin. Gerîlabûyîn Azadbûyîne, Gerîlabûyîn Serkeftin e!”