SILÊMANİYÊ – Li Silêmaniyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwanên Têkoşer, di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” de, wê di 3’ê Cotmehê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk were şermezar bikin.
Çalakiya ciwanan wê roja Sêşemê di saet 17:00’an de li ber Baxê Giştî bi meşek a meşaleyî dest pêbike.
Di meşê de wê dagirkeriya dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê û planên qirêj ên PDK’ê yên li ser Şengalê were şermezarkirin.