KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê bi diruşmeya “Em ê teqez bi Ser kevin” konferansa xwe ya duyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.
Derbarê Konferansê de Ciwanan nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ahmed derwîş nerînên xwe di derbarê Konferansê de ji me re vegotin; “Konferansa 2’emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger îro li Kobanê hate li darxistin, wek tê zanîn jî îro roja Rojava a Cîhanî bû, têkbirina DAIŞ’ê a yekem ji bajarê Kobanê destpê bû, hedefa me ji vê Konferansê ku me di 2’ê mehê de li darxist ji bo Roja Kobanê a cîhanî bû. em vê Konferansê li tevahî Şehîdên Şoreşê pîrozdikin.
Me Konferansa xwe ya 2’emîn li darxist ji bo kar û xebatê me xurtir be, li dijî êrîşên dagirkeriyê em amadene gelê xwe biparêzin, hedefa me jî em Şerê gelê Şoreşgerî pêşbixin.
Berdevka Jinên Ciwan a herêma Firatê Tolîn Mihemed jî wiha got; “ Em wek Ciwan hedefa me ji darxistina Konferansê bilindkirina tekoşînê ye. Li hember dijmin em bêdeng namînin û tu carî dijminê hov nikare vîn û îradeya me bişkîne”.
Endamê Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Firatê Alî Ahmed jî wiha anî ziman; “ Ev Konferans wê ji me re bibe çaraserî ji bo hemû pirsgirêkê me”.