STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23’ê Îlonê bi hinceta ‘Nexşeya rê’ ya ku Ocalan sala 2009’an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.