NAVENDA NUÇEYAN – Li gorî agahiyên ketiye destê me, PDK hêzek ku ji 150 kesan pêk tê taybet perwerde kiriye, da ku di îhtîmala şerê navxweyî biqewimê de wê hêzê bişînê qada Zînê Wertê û li wir bi cîh bike.
Li gor agahiyên ku gihiştin destê me PDK hêzek bi taybet perwerde kiriye û ji bo rewşekî awarte ku biqewime rêke Zînê Wertê. Hat zanîn hêza ku hatiye amade kirin piraniya wan ne xelkê Herêma Kurdistanê ne û hejmara wan ji 150 kesan pêk tê ku tê diyarkirin taybet ji bo şerê navxweyî hatine amade kirin. Her wiha ew hêz li devera Bamernê, di baregehên PDK de hatine bi cîh kirin.
PDK Provakasyona Zînê Wertê Berdewam Dike
Demek berî niha jî di 15’ê nîsana 2019’an de PDK hêzek şandibû Zînê Wertê ku dikeve navbera çiyayê Karox û Qendîlê. Rûxmê ku ji aliyê gel û hêzên din ew gava PDK hatibu protesto kirin, PDK tevgerên xwe berdewam kiribu. Li cîhê ku PDK xwe bi cîh kiribû sê gerîlayên PKK ku bi armanca hişyarî dayîna hêzên PDK çûn baregeha wan, bi îstîxbar kirina ji aliyê kesên di baregeha PDK de bibûn hedefa balafirên şer ên Dewleta Tirk û her sê gerîla jî şehîd bibun.
PDK di 25’ê meha Cotmehê de hêzek rêkiribû Akrê ku yek ji herêmekî ku Gerîla tê de cîh digre. Hat diyar kirin ku PDK provakasyona Zînê Wertê li tevahî Herêma Başûrê Kurdistanê dûbare dike û li gel ku hişyariyên rêveberiyên PKK, KCK û HPG hêzên xwe li nêzê Herêmên ku Gerîla têde ne bi cîh dike.