BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker li qada Çemê ya navçeya Qaxizmanê ya Qersê, di 10’ê Gulanê de dest bi operasyonê kir û operasyonê heta 15’ê Gulanê dewam kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Erdal, Mûnzûr, Derwêş û Sîpan ku pênc rojan li dijî dagirkeran bi rengekî destanî şer kirin tevlî karwanê şehîdan bûn.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Erdal Agir Nav paşnav: Adnan Avşar Cihê jidayikbûnê: Erdexan Dayik-Bav: Tevrat-Abdullah Dem û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2020 / Qaxizman |
Nasnav: Mûnzûr Gimgim Nav paşnav: Mehmet Yalçin Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Leyla-Mehmet Hakki Dem û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2020 / Qaxizman |
Nasnav: Derwêş Xabûr Nav paşnav: Zakîr Olmez Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Beybûn-Siddik Dem û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2020 / Qaxizman |
Nasnav: Sîpan Yoldaş Nav paşnav: Hamît Ecer Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Şamsa-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2020 / Qaxizman |
ERDAL AGIR
Hevrêyê me Erdal ku li nava malbateke welatparêz a Serhedê ji dayik bû, bi hişmendî û çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî heta tevlî nava refên gerîal bibe cihê xwe di gelek karî de girt. Sala 2010’an têgihişt ku dewleta Tirk polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê me bi rêbazên zirav dimeşîne û biryar da ku têkoşîna herî xurt a li dijî vê zîhniyeta faşîst bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me Erdal zanîngeh terikand ku dijmin veguherandiye navendên qirkirinê û tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Hevrêyê me Erdal bi bandora jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê, di demeke kurt de bi dilsoziyeke mezin bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan. Hevrêyê me Erdal ev dilsoziya xwe her carê dianî ziman û dixwest jiyana xwe bi dilxwaziyeke mezin bijî. Her tim hewl da Rêber Apo ku afirînerê vê jiyanê ye û şehîdên leheng fêhm bike. Her ku rastiya Rêber Apo û şehîdan fêhm kir guhertinên mezin di kesayetiya xwe de afirand, bi moral û coşeke mezin ji bo gerîlatiyê li xaka ku lê ji dayik bû bike berê xwe da Serhedê. Hevrêyê me Erdal tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên mezin li dijmin hate xistin. Bi hêrseke mezin bi ser dijmin ve çû û hesabê sedan salan ji dewleta Tirk a faşîst pirsî.
MÛNZÛR GIMGIM
Hevrêyê me Mûnzûr ku li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, dema ku li dibistanên navenda asîmîlasyonê yên dewleta Tirk dixwend, polîtîkayên nijadperestî yên dewleta Tirk a qirker ji nêz ve dît û ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê tevlî karên ciwanan bû. Di nava vî karî de firsend dît ku felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Mûnzûr têgihişt ku yekane cihê têkbirina faşîzmê û pêkanîna azadiyê, refên gerîla ye û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi bîr û baweriya ku divê ciwanên Kurd bi rengê herî radîkal xwedî li berpirsyariyên civakî derkevin û têkoşînê bi ser bixînin. Bi vî rengî bi xurtî tevlî bû. Hevrêyê me Mûnzûr li her qada ku lê ma, bi fedakarî û kedkariya xwe dihate naskirin û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Li qada pratîk û îdeolojîk bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Ji bo li herêma Serhedê pêşengiyê ji şoreşê re bike kete nava hewldan û kûrbûneke mezin. Hevrêyê me Mûnzûr her tim li ser bingeha pîvana ‘Di meşa şoreşê de ji bo gavên mezin pêwîstî bi wêrekiyê heye’ tevgeriya, ji bo felsefeya Apoyî bixe meriyetê, ji bo gelê me bi doza rûmetê, mafdar û pîroz bi ser bixîne, kedeke mezin da.
DERWÊŞ XABÛR
Hevrêyê me Derwêş li nava malbateke welatparêz a Botanê li herêma Kaşurayê ji dayik bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me Derwêş welatparêz bû û gundê wan nêzî qadên gerîla bû hîn di temenê zarokatiyê de Tevgera Azadiyê û gerîla nas kir. Hevrêyê me Derwêş mîna her ciwanekî Kurd polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger a li dijî gelê me ji nêz ve dît, rûyê rast ê vê dewleta faşîst dît. Li gel polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger a ji bo dûrxistina ciwanên Kurd ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, hevrêyê me Derwêş li dijî van pêkanînên faşîzman helwesta rast nîşan da û li çiyayên Kurdistanê dest bi gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Derwêş ku li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla yên azadiyê bû, li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir û bû fermandarekî gerîla yê şareza. Hevrêyê me Derwêş bi tecrûbeya xwe ya leşkerî berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di nava têkoşîna xwe ya gerîlatiyê de ji bo îdeolojiya Rêber Apo fêhm bike û bibe xwedî seknek li gorî vê yekê gelekî hewl da. Li ser armanca xwe ya çûyîna Bakurê Kurdistanê jî gotibû, ‘Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’. Hevrêyê me Derwêş ji bo pêkanîna vê armancê bi enerjiyeke bêhempa xebitî, bi baweriya ku vê armancê pêk bînin ala têkoşînê radestî hevrêyên xwe kir.
SÎPAN YOLDAŞ
Hevrêyê me Sîpan li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi daxwazeke mezin a azadiyê berê xwe da çiyayên azad. Her tim bi kelecan û daxwaza xwe ya têkoşînê ya mezin di nava hevrêyên xwe de bal dikişand. Hevrêyê me Sîpan li Şirnexê ma ku bi berxwedana xwerêveberiyê bi berxwedaneke mezin dîrok nivîsand. Li Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê di bin fermandariya Salar û Zeryanan di nava şert û mercên herî giran de şer kir, sekn û îradeyeke mezin a Apoyî nîşan da. Ji destpêkê heta dawiyê cihê xwe di nava berxwedana Şirnexê de girt, piştî vekişîna bi rengekÎ serketî têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê meşand. Ji Botanê heta Şirnexê, ji Şirnexê heta Serhedê şervaniya milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de şênber kir. Hevrêyê me Sîpan ku xwedî daxwazeke mezin a berxwedan û tolhildanê bû, bênavber li ku berxwedan hebû, li ku diviyabû derb li dijmin bihata xistin, bû fermandarê pêşeng. Hevrêyê me Sîpan ku bi berxwedaneke mezin û pratîkeke bênavber têkoşiya, bû mînakê milîtaniya fedayî ya Apoyî û fermandariya serdema nû.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê mîrateya şehîdên leheng bi ser bixînin.