PARÎS – Helwesta ciwanên Kurdistanî yên li dijî haziriya şer a PDK’ê ya bi hevkariya plansaziya Tirk a li dijî Tevgera Azadiya Kurd didome.
Ciwanên Kurdistanî li banliyoyea Parîsê paytexta Fransayê komî ser hev bûn û bi daxuyaniyekê li dijî haziriya şer a PDK’ê ya bi ser qadên gerîla de helwesta xwe nîşan dan, ji raya giştî ya Kurdistanê xwestin ku li dijî hevkariya PDK’ê ya li plansaziya qirkirina Kurd bibin xwedî helweste.
Ciwanên ragihandin ku PDK li dijî gerîla û gelê Kurdistanê bi îxaneta mezin rabûne û gerîla li çiyayên Kurdistanê berevaniyê li rûmeta gelê Kurd dikin.
Ciwanan gotin ew ê li her deverê polîtîkaya PDK’ê teşhîr bikin.