2’Emîn Konferansa Ciwanên Efrînê pêk hat

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe ya 2’an li Şehba pêk anî û meclîsa xwe ya nû hilbijart.

Hola konferansa bê wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên “Em ê teqez bi ser kevin” û “Tolhildan sonda me ye” hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Meclîsa Kantona Efrînê, Newroz Efrîn axivî, konferans li ciwanan pîroz kir û rewşa siyasî nirxandin.

Efrîn bal kişand ser destwerdanên Tirkiyê yên li dewletên Rojhilata Navîn û welatên derdorê û got: “Dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê êrîş dewlet û herêmên ewle dike. Ji armancên wê krîza xwe ya hundir derxîne derve û împratoriya Osmanî zindî bike da ku xêr û berhemên welatan talan bike.”

Newroz Efrîn îşaret bi êrîşên Tirkiyê yên li ser çiyayên Kurdistanê, Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya şaneyên xwe yên veşartî êrîşî herêmê dike da ku tevliheviyê di navbera pêkhateyan de biafirîne û projeya neteweya demokratîk a ku li pêşberî siyasetên Erdogan dibe bend têk bibe.

Herî dawî Newroz Efrîn bang li ciwanan kir ku asta perwerdeya xwe bilind bikin, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêm bikin û li pey siyasetên şerê taybet ku dewletên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk bi rêxistin dike, nekevin.

Piştre sînivîsyoneke li ser xebatên du salan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê hate pêşandan.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê, Mihemed Weysî rapora rewşa tevgerê û xebatên wê yên du salan xwend. Beşdaran jî li ser raporê nirxandinên xwe parve kirin.

Endamê tevgerê Nacî Selama jî rêziknameya tevgerê xwend, li gorî nêrînên beşdaran guhertin hatin kirin û di dawiyê de hate erêkirin.

Ji bo pêşxistina kar nêrîn û pêşniyar hatin kirin û wekî biryarên du salên bê ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin. Ji wan; li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn kirin, di hemû qadên têkoşînê de pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk, domadina pêngavênên ciwanan û aktîvkirina rola xwendekaran da ku di civakê de bibin xwedî rol.

Piştre 22 endamên Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê hatin hilbijartin û Ciwan Hiso û Zelal Ebdo wekî hevserok hatin hilbijartin.

Konferans bi gerlandina govendê û qîrkirina dirûşman bi dawî bû.

Nivîsa Pêş