NAVENDA NÛÇEYAN – Hate zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Bebzeyê gelek gardiyan bi Covîd-19 ketiye, rêveberiya girtîgehê jî zextên derûnî li girtiyan dikin. Li girtîgeha ku ti tedbîrek nehatiye girtin, gardiyan ji bo girtiyan dibêjin ku; ‘Ji xwe hûnê bimirin’ zextên derûnî dikin.
Sîbel Ûçar a binpêkirinên li girtîgehan di hevdîtina telefonê ya heftane ji bo malbata xwe ragihand, diyar kir ku gardiyan zextekî derûnî ya cidî li ser girtiyan dike. Ûçar a 6 sal in li girtîgehê ye diyar kir ku zextên derûnî ya gardiyan li ser girtiyan dike, rêveberî hewl dide vê asayî bike. Ûçar anî ziman ku gelek gardiyan bi şewba koronayê ketine û jiyana girtiyan di xeteriyê de ye.
Ûçar ev got: “Roja Pêncşemê heta şevê xwarin nedan girtiyan. Gardiyan ji bo me gotinên; ‘Ji xwe hûnê bimirin’ şideta derûnî pêk tîne. Em nikarin ji kantînê jî tiştan bigirin. Li girtîgehan ti tedbîr nayên girtin, girtiyên temenê wan jorî 65’an û nexweşê penceşêrê jî hene.”
Ûçar banga hestyariyê li raya giştî kir.