PARÎS – Çalakgerên ku danê êvarê li hev kom bûn bal kişandin ser tecrîda giran a ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê ferzkirin. Ciwanan di meşê de pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Lîberte Ocalan”, “Bi hev re serhildan” û “Erdogan faşîst e” qîriyan.
Ciwanan diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê ye û destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê li qadan bin.
Ciwanan di vê çarçoveyê de bang li ciwanan û Kurdistan kirin ku li dora pêngava ‘Bi hev re serhildan’ de li hev kom bibin.
Ciwanan her wiha êvarê jî pankartek daliqandin. Ciwanan piştî meşê pankarta “Lîberte poûr Ocalan” (Azadî ji Ocalan re” li kêleka rê daliqandin.