NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildana Îmran Firtina yên HBDH’ê ku daxuyaniyek nivîskî dayîn, diyar kirin ku roja 6’ê Mijdarê şaxa Yenîbosna ya Banka Ziraatê dane ber agir û ketina şaxê hatiye rewşa neyê bikaranîn.
Di heman daxuyaniyê de ev jî hate gotin:
“Bankayên ku dibin çavkaniyên finansa kapîtalîzmê, heman demê ya ku navbeynkariyê di veguhestina çavkaniyên civakê ya ji bo sermayedariyê de dike, kedkarên hejar mehkûmî deydariyê dike û faliyetên fayîzcitiyê dikin, di hedefa me de ne. Banka; bêçaretiya karkerên hejar bi kar tîne û ber bi deyndariyek mezin ve dibe, bi sedan kesan bêmal, ji bo bêkediyê xizmet kirin, faîzcîtiya wan ber bi întiharê ve dibe navê wan ê di sîstema kapîtalîst de ye.
Banga me ji bo karker û kedkaran ev e; hûn ne mecbûr in ku deynên wan xwînmêjên faîzciyan bidinê. Ji vê pergalê derketin, ji sistema mêtînger a topyekûn û saziyên wan rûxandin derbazker e. Ew van pereyan ne bi keda xwe, keda karkeran xwarin, talankirina çavkaniyan, dizîna tiştên me bidest dixin. Karker û kedkar encax dema ku ya me ji destê wan derxist wê jiyanen bi mirovane berdewam bike.
HBDH vê pergala kedxwarî û mêtîngeriyê ber bi têkbirinê ve dibe, em banga têkoşîna yekbûyî û seferberiya şoreşgerî dikin. Ji bo ‘Têkbirina faşîzmê, qezençkirina azadiyê’ tevlîbûna têkoşînê didome.
Çalakiya me ji bo bîranîna Îmran Firtina (Yasîn Aydin) ê ku ji bo li dijî çeteyên dagirker û cîhadî tevlî şer dibe ji Stenbolê derbazî Rojava bûyî li Til Temirê şehîd bûyî, hatiye lidarxistin.”