RIMÊLAN – Bi boneya 25’ê Mijdarê roja li dijî Tundiya ser Jin û di Çarçoveya Pêngava ‘Em Dibêjin NA’ de li bajarokê Rimêlan ê girêdayi Kantona Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan Semînerek li darxist. 160 Jinên Ciwan û Ciwan beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê Cangoriyên Azadiyê hate dest pêkirin. Pişt re Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li ser tundiya li ser jinan axivîn û diyar kirin ku tundiya li ser jinan ne tenê di fîzîkî ye, di heman demê de tundiya aborî, siyasî û civakî jî li ser jinan tên meşandin.
Her wiha behsa xete riya zewicandina zarokan û bandora wê ya neyinî li tevahî civakê. Aloziyê Sûriyê û ji ber krîza aborî ku bandoreke neyinî li civakê kir, gelek malbat neçar man ku keçên xwe yên temen biçûk bizewicînin.
Semîner bi nîqaşên têkildarî bisînorkirina tundiya li ser jinan û rêgirtina li ber zewicandina zarokan bi dawî bû.