NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstefa Karasû yê tevlî bernameya Ulkeden a televîzyona Medya Haber Tv bû got: “PDK dixwaze şer belav bike. PDK dixwaze li Gareyê gerîlayan tesfiye bike. Li ber vê wê gerîlayên li Zapê û Avaşîn hema li wan binêre?
Divê PDK dev ji vê yekê berde ku hêzê, leşker û pêşmergeyan bi cih bike. Ne hikûmet PDK vê dişîne. Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku agahiya wan ji van hêzan nîne. Ev ne nêzîkatiyeke bi biryara hikûmetê hatiye kirin. PDK ji bo Goran û YNK’ê dibêje ku; ‘Em di nava hikûmetê de ne, divê hûm min destek bikin’ zextê li wan dike. Yê ku guh nade hikûmetê PDK ye.
‘TECRÎD 22 SALIN BÊ NAVBER DIDOME’
Karasû bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd 22 sal in di nava tecrîdê de ye û got: “Dem bi dem dema polîtîkayên AKP’ê ditengijin, ji bo rewşê hinek aram bike dema ku xwest li Îmraliyê tecrîd hinek sist dike. Lê ya esasî 22 sal in tecrîd didome. Bi parêzer û malbatan re nikare hevdîtinê bike.
Rê nadin ku ev Rêbertî dengê wî li cîhanê bê bihîstin. Vê hêzê Rêbertî xeter dît. Bi taybet di pêkanîna polîtîkayên li Rojhilata navîn de, di pêşxistina serweriya xwe PKK asteng dîtin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo xwe asteng dîtin û pêşiya xwe rakin û xwestin bi rehet mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin. Dema ku mudaxeleyî Rojhilata Navîn dikin, ji bo Tirkiye bikar bînin komployek kirin.
‘XWEDÎDERKETINEKE MEZIN LI RÊBER APO HEYE’
Dema ku mirov li mezinahiya komployê dinêre, baştir dizane bê ka çima tecrîdê li ser Rêber Apo didin pêkanîn. Dewleta Tirk a bi dijminahiya xwe ya li Kurdan, girtina zindanan a Kurdan, her roja ku digire û sîxûriyê li wan dide ferzkirin, ji helîkopterê avêtin, polîtîkayên kêfî yên helandin û kuştinê baştir tecrîda li ser Rêber Apo tê famkirin.”
Karasû anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên li ser Kurdan bi hev ve girêdayî ye û wiha domand: “Ne mimkûne ku mirov ji hev cuda bike, ji bo Rêbertî dibêjin ku; ‘Te cima Kurd rakir ser piyan’ tecrîd û êşkencê lê dikin. Ji bo Kurdan jî ku têkoşînê li ser ramanê Rêber Apo dike, ewqas zextê lê dikin. Li dijî vê têkoşînek heye. Ev têkoşîn ne tenê ji aliyê Kurdan ve tê kirin, gelên li cîhanê, hêzên demokrasiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo xwedî helwestin.
Sendîkayên Îngîltereyê xwedî li Rêber Apo derdikevin, azadiya wî dixwazin. Gelek rewşenbîr, nivîskar tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin.
Ji xwe Kurd her rojê xwedî lê derdikevin, êdî ev xwedîderketin gihiştiye asta navneteweyî. Demekê xwedîderketinekî mezin li Mandela hebû, xwedîderketina li Rêbertî gihiştiye asta Mandela derbas bike.
Niha ne tenê gelê Kurd têkoşînê dike, mîna rêberekî gelekî mezlûm xwedî lê derdikevin. Ji ber ku raman û fikrê RêbeR Apo ji bo mirovahiyê bûye hêvî xwedî lê derdikevin.
Di vî alî de têkoşîna ji bo şikandin û dawîkirina tecîrda li Îmralî û li dijî tecrîdê jî mezin bûye. Îmralî qadeke mezin a têkoşînê ye. Qadeke welê ye ku hemû gel têdikoşe ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê mezin dibeû wê hê zêdetir jî mezin bibe. Têkoşîna li dijî tecrîdê bûye parçeyek têkoşîna gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.”
‘ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERDIKEVIN’
Karasû qala pêngava KCK’ê jî kir û got: “Çar parçeyên Kurdistanê xwedî li vê pêngavê derdikevin, aliyek wê yê netewa demokratîk heye. Ev pêngav heta faşîzmê hilweşîne û dawî li tecrîdê bîne wê bidome. Ev pêngav heman demê biryardariya xurt a domandina têkoşînê ye jî. Me bi vê pêngavê biryardariya xwe ya li dijî faşîzmê da nîşandan. Civakê vê dît, me hedef zelal kir. Me hemû beşên civakê jî xiste nava liv û tevgerê. Me encamên baş jî jê girt. Bi teqez wê faşîzma AKP’ê hilweşe û tarûmar bibe, Rojhilata Navîn azad bibe.”
‘PLANA TASFIYEKIRINA TEVGERA ME YA AZADÎ HEYE’
Karasû li ser geşedana li Qadên Parastinê yên Medyayê wiha axivî: ”Vê helwesta PDK’ê divê em xweş fêhm bikin. Ne ku îro derketiye holê ev rewş. Nexasim dema ku rûdana Zînî Wertê çêbû me got ev konsepteke ku DYE jî di nav de ye. Me got, ”Tirkiye, ji ber têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re bi plana tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê ye.’
Dorpêça Zînî Wertê ferzkirina şer bû. Hatina wir, nêzîkatiya dorpêçkirinê bi rengekî tevgera şikandina vîna me bû. Em bi bêhnfirehî û bi xwînsarî nêz bûn. Dibû ku bibûya şer, wê demê sê hevalên me şehîd bûn. Ev heval dema ku bi PDK’yiyan re diaxivîn, piştî ku gotin ,”Hûn çima hatine vir, hûn çi ferz dikin, hûn çima qirika me dijdînin, vê nekin”, bi balafirên Tirk hatin şehîdkirin.
Li dijî vê me dikarîbû bi helwestekê tevbigerin lê me nekir, weke berê jî me gotî, me xwest ku şehîdbûna van hevalan bikin wesîleya yekîtî, têkiliyê. Lê nebû, bi ser ve li Xinêrê herwl dan ku dorê li me teng bikin, fermandarê eyaletê li wir şehîd bûn. Ev hemû bi PDK’ê re têkildar in.
PDK û dewleta Tirk dixwazin ku me ji Qadên Parastinê yên Medyayê derxînin, li hev kirine. Li wir jî em bi aqil tevgeriyan, dibû ku şer bibûya.
Dixwazin têkevin nav kampan û bi nêzîktiya bi aqilanek ya fermandarê yekîneyên sînor Zibêyr bi diyalokê ev hate astengkirin, ew jî hate qetilkirin.
EM DIXWAZIN RAGEŞIYÊ KÊM BIKIN
PDK hêza dişîne ser Garê, Metîna, Heftanînê, ev parçeyek ji plana tasfiyekirinê ye. Bi Heftanînê re wê biketana gelek deveran, nebû. Nİha jî PDK dixwaze qadên me dorpêç bike, hêzê dişîne. Em dixwazin rageşiyê kêm bikin. Çima tu hêzê dişînî, dora gerîlayan dipêçî. Gerîla hêza şer, leşkerî ye, heke tu dorpêç bikî, têkevî kampên wan, wê bibêjin, ‘nekeviyê”. Heke tu ferz bikî ev provakasyon e, destpêkirina şer e.
Beriya daxuyaniya Mesûd Barzanî gotin, ”me ev girtin, filan kes girtin”. Gotin, ”vîna me nasnakin.”
‘PDK TEVGERA MEŞRÛKIRINA ŞER, HAZIRIYÊN ŞER DIKE’
Niha tevgera meşrûkirin, haziriya şerê ku wê bike, dike. Li gorî agahiyên ku me standine hin ji Tevgera Azadî girtine, bi zorê bi wan dane gotin ,”Me hazirî dikir ku çalakiyê li PDK’yiyan, li rayedarên PDK’ê bikin.”
Tevgera azadî hêzeke yasayî ye, lê wan jî krîmînalîze dikin. Ji bo ku şerekî pir kirêt bidin destpêkirin li hincetan digerin. Ev eşkere ye, li dijî vê em tim maqûl nêz bûn. Şerê me yê bi PDK’ê re wê zirarê tenê nede me, wê bide hemû Kurdan. Aşkere ye ku dewleta Tirk vê dixwaze. Dewleta Tirk dibêje, ”ez ê biqedînim” û şerê tinekirinê dike. PDK jî tam dema ku dewleta Tirk dibêje, ”min qedand, li kûderê terorîst hebe ez ê biqedînim” tevdigere.
Dewleta Tirk li dijî gerîla, tevgera azaiya Kurd êrîşa herî giran tîne. PKK, tevgera azadiya Kurd, gerîla li dijî dewleta Tirk şerekî ev çend giran dide, di vê rewşê de nêzîkatiya, ”ez jî tasfiye bikim”, bêkêr bikim, heye. Ji vê re çi tê gotin? Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Ev bi rengekî herî berbiçav dema pêvajoya referandûmê hate dîtin.
ME BAŞÛR PARAST, EM Ê BIPARÊZIN JÎ
Di rewşeke wiha de ku em li dijî dijmin şer dikin, ew dijmin jî ji bo ku me tine bike, her îmkanî bi kar tîne. Ev kirine PDK’ê cihê xwe ne di wijdanê de heye, ne jî dikare were qebûlkirin. Li ser hin mijaran fikrên me û PDK’ê cuda ne. Bi hemû kesî re, bi YNK’ê re jî, bi partiyên din re jî. YNK jî li ser hin aliyan ji me cihê difikire, ev normal e. Lê di rewşeke wiha de ku em li dijî dijminê Kurdan şer dikin, gelê Kurd li Bakur berxwedaniyeke mezin dide, nayê qebûlkirin ku bi wê nêzîkatiyê bin ku bi kêrî dewleta Tirk were, bi kêrî dijminan were, zirarê bide Kurdan.
Em tiştekî wiha dikarin bikin qey? Di rewşeke wiha de ku partiyeke Kurd li dijî hêzekê şer dike, di rewşeke zor de be, em dikarin lêbixin? PKK dikare vê bike? An jî partiyeke Kurd dikare vê bike, PKK tiştekî wiha kiriye? Dema ku PDK di rewşeke zor de wiha kir?
Îdîa hene, dibêjin, hin dever sntadin. Me kûder standiye, bila bibêjin. Beriya 2014’an ku DAÎŞ’ê êrîş anî, me kûder standiye, bila bibêjin. Berevajî, me parastina Başûrê Kurdistanê kiriye, me Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî parastiye. Hewceyî pê hebûya, em ê bêhtir jî tevlî şer bibûna.
Me li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, destek daye Başûrê Kurdistanê, ew parastiye. Qest Şengal e. Dema ku gerîla çûyî Şengalê kî li wir bû, kî derkete pêş wan, Iraq hebû, an pêşmerge, dema ku pêşmerge derketin ên me çûn. Beriya wê me xwest ku biçin, me serlêdan kir. Rêbertî ji berê ve hişyarî dabû, ”Dibe ku li Şegalê komkujiya Êzdiyan bikin”. Me jî xwest ku tevdîran bistînin .PDK asteng kir.
‘JI BO ŞENGALÊ HÊRSA XWE NE JI ME, JI XWE RAKIN’
Li gel ku ev hemû li ber çavan jî gotin, ‘PKK çû Şengal dagir kir”. Hêrsa wan a Şengalê ye. Çima hûn hêrsa xwe ji me radikin, ji xwe rakin, we ev rewş çêkiriye. Niha Êzîdî rewşa berê qebûl nakin.”
RÛDANÊN LI KERKÛKÊ…
Helbet, daxuyaniya Mesûd Barzanî bi temamî sedema şer e. Dibêjin,”Hikûmeta me nas nakin”, tiştekî wiha nîne. Di hikûmetê de YNK jî heye, Goran jî heye. Berevajî, yê ku hikûmetê nasnake ew bixwe ye.
Parastina destkeftiyên vir peywira me ye, em hewl didin ku biparêzin, divê gelê me wiha bizanibe.
Ji bo PDK’ê jî vê bibêjim: Dema ku êrîş hate ser Başûr bang bikin, yê ku pêşî wê werin em in.
Em ne ji bo PDK’ê, YNK’ê dikin, em ji bo hemû gelê Kurd dikin. Çi bû li Kerkûkê? Kerkûk ji bo Kurdan ne girîng bû? PDK ji bo Kerkûkê nedigot, ”Qudsa me ye”, lê çi bû? 2017’an hemûyan Kerkûk berda. Gerîla me, li ber xwe da, piştre gerîla nerî ku kes tine, bi serê xwe, herî dawî ew derketin.
Ji ber vê rewşê Iraq bi me pevçû, li Kerkûkê herî dawî ji bo ku gerîla derket bi Iraqê re pirsgirêkên me çêbûn. Iraqê xwest ku li dijî me dijminatiyê bike.
Ev rastî ne li ber çavan in? Dema ku DAÎŞ’ê êrîş anî kê bang li gerîla kir, YNK bixwe bang kir, haya PDK’ê jê hebû, gerîla jî çû. Naxwe wê demê çima negotin, çima ev tên.
Li Mexmûrê milîsan li ber xwe dan, dibêjin li wir hêzên çekdar hene. Li mala her Kurdî her carê çek heye. DAÎŞ hatiye, Mûsil standiye, li wir jî gelê Mexmûrê li ber xwe da.
TÊKOŞER GEVER KU LI MEXMÛRÊ SPASÎ DAYÊ, BI AGAHIYA ÎSTÎXBARATA KU DAYIN ŞEHÎD BÛ
Piştre gerîla hat, bi mîlîsan re li dijî DAÎŞ’ê şer kirine. Fermanarê ku Barzanî li Mexmûrê spasî dayê kî bû? Têkoşer Gever bû, li Behdînanê şehîd bû. Çawa şehîd bû? Bi îstîxbarata ku li wir dane, bi êrîşa hewayî şehîd bû.
Çima wê demê negot, ”çi îşê te li vir heye?”
Derew e ku dibêjin me statû kiriye talokeyê, guh nedayê. Yên ku guh nadin statûya vir, guh nadin statûya Başûr, guh nade hikûmeta wir, dewleta Tirk e. Dagir kiriye, MÎT zîtirkan dide li wir, rêxistinî dibin, xwedêgiravî wê li PKK’ê bidin. Hin jê jî nokeriyê dikin.
Helbet em dixwazin rageşiyê ji holê rakin. Em çima bi PDK’ê re şer bikin. Sedema me çiye?
Heke em wiha bikin em ê zirarê bibbînin, em ê feydê bibînin, em dikarin vê bikin? Me aqil avêtiye? Xwedêgiravî em ê biçin Hewlêrê, Silêmanî bistînin. Ji bo ku êrîşê meşrû biin, ev gotinên dewleta Tirk in.
FAŞÎST BI ÇAR ÇAVIN LI HÊVIYA ŞERÊ NAV PKK’Ê Û PDK’Ê NE
Hemû faşîstên li Tirkiyê, desthilat bi çar çavan li benda şerê PKK’ê û PDK’ê ne. Tişta ku dijmin bi çar çavan li bendê ne, qet em dikin? Lê PDK bi têkiliya bi dewleta Tirk re dixwaze me bîne ser xeta xwe.
Hêza leşkerî hê jî dişînin, ji vî alî ve dev ji polîtîkaya şer neqeriyay. Heke heta niha şer çênebûbe, ev bi nêzîkatiya biaqil a hevalên me ye. Raya giştî jî gelê Kurd jî naxwaze. Em xwe ji şer vedidin, divê PDK bi aqilanene tevbigere û û em dixwazin ku dev ji vê dorp^çeê biqere.
Niha gerîla di pozîsyona parastina rewa de ye. Ti nêzîktiya xwe ya êrîşê nîne.
PDK her wiha dixwaze ku şer berfireh bike .PDK wê were û hewl bide ku li Garê gerîla tasfiye bike. Li bara vê gerîlayên li Zap, Avaşînê wê çi bikin, wê temaşe bikin?
PDK divê dev ji wê biqere ku hêza leşkerî bişîne her deverê, pêşmergeyan bişîne. Ne hikûmet, PDK dişîne. Wezareta Pêşmerge dibêje haya wan ji van hêzan nîne. Ev nêzîkatî ne bi biryara hikûmetê ye. PDK zextê li ser Goran, YNK’ê dike, dibêje, ”Em di hikûmetê de ne, hûnê destekê bidine me.” Heke hinek hebin ku guh nadin hikûmetê ev jî PDK ye.
Li gelek deveran hêza leşkerî bi cih kirine, heval dibêjin pir nêzî hev bûne. Hema hema ketine zik hev. Divê ev rewş ji holê rabe. KNK’ê jî aşkere kir.Divê her kes biçe cihê xwe yê berê. PDK jî divê hêza ku şandî vekişîne.
Li cihên ku gerîla lê bûn ti problem nebû, petrol dihate derxistin, karker hebûn, dixebitîn.
Heta niha derdixistin, ti astengî nebû. Gerîla û yên ku petrol derdixistin li rex hev rûdiniştin.”