NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a ku tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kiriye, çalakiyên xwe dewam dikin.
HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî çeteyên Cebha Şamiyê yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine.
Li gorî daxuyaniyê, di vê çalakiya sabotajê de 2 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. Her wiha derb li wesayiteke çeteyan hate xistin.
HRE’yê diyar kir ku di 8’ê Mijdarê nîvê şevê de li taxa şrefiyê ya Efrînê, li dijî navenda çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke din a sabotajê kirine.
Di encama vê çalakiyê de jî 3 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn, ku rewşa 2 ji wan giran e.
Hêzên Rizgariya Efrînê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî dagirkeran wê dewam bikin.