NAVENDA NÛÇEYAN – Hunermendê Misirê Mihemed Ezam li ser têkoşîna rêber Abdulah Ocalan ya li girtîgeha Îmraliyê, strana bi navê “El Mecdu Ya Ocalan” derxist.
Gotinê stranê ji helbestên Mihemed Mehmûd Mursî ye û Mihemed Ezam bi dengê xwe gotiye. Xiristiya Bişara jî awazên stranê daniye û Biryar Efrîn derhêneriya klîpê kiriye.
Gotinên stranê wiha ne:
Her çiqas sîtemkarî û zordarî ji gardiyan zêde bibe jî
Û Her çiqas şev dirêj bibin jî
Wê berbanga sibehê xuya bike
Wê welat bikenin û zordor bi bin bikevin
Rûmet û şanazî ji te re hat nivîsandin
Rûmet û şanazî ji te re navnîşan
Rûmet û şanazî ey Ocalan
**********
Gotin gule ye û raman jî roket e
Tarîtî û bêdengbûna zindanê dişikîne
Ax ey dîlê gotinê
Ey qurbaniyê sîtemkariyê
Rûmet û şanazî ji te re hat neqişkirin
Rûmet û şanazî ji te re navnîşan
Rûmet û şanazî ey Ocalan
**************
Ey gotina mafdar a wêrek
Ey kena bê guneh a zarokan
Ey hêviya netewa windabûyî
Rizgarkirina wê ji sîtemkariyê
Rûmet û şanazî ji te re ey qehreman
Rûmet û şanazî ji te re navnîşan
Rûmet û şanazî ey Ocalan
Rûmet û şanazî ey Ocalan