STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serlêdana wan nehate qebûlkirin. Serlêdan bi hinceta biryara Dadgeriya Înfazê ya 2’emîn a Bûrsayê ku 6 mehan hevdîtina bi parêzeran li Ocalan û 3 girtiyên pê re qedexe kiribû, hate redkirin.
Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.