LEZGÎN – HPG’ê li Serhedê li dagirkeran da: Leşker bi hev ketin

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji 2'ê Cotmehê heta 27'ê Cotmehê li qada Glîdaxê ya Serhedê operasyon meşandiye û bombeya fosforê bi kar aniye. HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla operasyona artêşa Tirk pûç kirine.

“Di 2’ê Cotmehê de li herêma Glîdaxê ya eyaleta Serhedê kesekî xiyanet kir û teslîmî dijmin bû. Li gorî agahiyê ku wî xayînî da dijmin, artêşa Tirk a dagirker li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir.

ŞERÊ DESTPÊKÊ 3’Ê COTMEHÊ QEWIMÎ

Di sibeha 3’ê Cotmehê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir. Piştî vî şerî saet di 19:30’î balafirên şer bombardûmaneke giran li herêmê kirin û vê bombardûmanê heta saet 22:30’î dewam kir. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.

DAGIRKERAN LI HEV DAN, HELÎKOPTERAN 7 CARAN XWE DANÎN Û CENAZEYÊN XWE BIR

4’ê Cotmehê saet di 18:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi 3 helîkopterên bi tîpa kobra û 5 helîkopterên bi tîpa skorsky dor li qada ku hêzên me lê bûn girtin û leşker danîn herêmê. Lê belê dagirkerên bi helîkopterê hatin danîn û yekîneyên veşartî yên dagirker ên li herêmê ketin panîkê û bi hev re şer kirin. Şerê navbera dagirkeran 35 deqeyan dewam kir. Piştre jî helîkopteran 7 caran xwe li herêmê danîn û mirî û birîndarên xwe birin. Artêşa Tirk a dagirker diyar kir ku li vê derê tenê dagirkerê bi navê Huseyîn Çildir miriye. Lê belê ev ne rast e, hejmara mirî û birîndarên wan zêdetir e.

5’Ê COTMEHÊ ŞER QEWIMÎ: GELEK DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

5’ê Cotmehê saet di 19:00 de dema ku hêzên me hewl didan ji dorpêça operasyonê rizgar bibin, şer qewimî. Vî şerî heta saet 22:00 dewam kir. Li vê derê gelek dagirker hatin cezakirin û birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker qada şer heta saet 23:00 bi helîkopteran bombe kir û piştre mirî û birîndarên xwe ji herêmê bir.

DAGIRKER BI GAVEKÊ VEKIŞIYAN, BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QADÊ BARANDIN

6’ê Cotmehê saet di 06:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi gavekê xwe vekişandin. Piştî vê vekişînê jî balafirên şer bombe li qada ku hêzên me lê bûn barandin. Heta êvarê heman qad 4 carên din bombe kirin. Di heman demê de bi helîkopteran jî qad bombe kirin û xwestin ku hêzên me bêhtir dorpêç bikin.

7’ê Cotmehê bi agahiyên kesê ku xiyanet kirî, dor bêhtir teng kirin û ketin hin nuqteyên berê yên hêzên me ku hêzên me ew dever terikandibûn.

LEŞKER HATIN KONTROLKIRIN: YEK JÊ EFSER, 3 ÇAWIŞÊN PISPOR HATIN CEZAKIRIN

9’ê Cotmehê saet di 09:00 de dagirkeran xwestin bikevin nuqteyeke din a gerîla. Hêzên me ev hêza dagirker kontrol kirin û derbên giran lê dan. Di encamê de yek jê efserekî bi paye bi giştî 3 çawişên pispor hatin cezakirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên her sê dagirkeran, debanceyek, şarjorên wan, êlekekî êrişê, cîhazeke biçûk û 5 şarjorên M16 rakirin. Cenazeyên dagirkeran li vê derê 12 saetan di bin kontrola hêzên me de man. Artêşa Tirk a dagirker xwest bi helîkopteran cenazeyên xwe û leşkerên xwe yên birîndar bibin. Lê belê ji ber ku bi ser neket, bombeyên destan û gazê bi kar anîn. Tevî vê yekê jî nekarî kontrola gerîla bişikînin.

DAGIRKERAN ÇEKA KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

10’ê Cotmehê saet di 10:00 de artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên fosforê bombardûman li qada ku hêzên me lê bûn kirin û cenazeyên leşkerên dagirker jî şewitandin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi derdorê ket.

11’ê Cotmehê bi helîkopterên bi tîpa kobra operasyoneke din hate destpêkirin. Lê belê ev operasyon nekarî zêde bi pêş ve biçe û êvarê heta astekê xwe vekişandin. Vê operasyonê di navbera 12 û 27’ê Cotmehê de dewam kir.

RÊBAZA GERÎLA YA SERDEMA NÛ HATE BICIHANÎN

Hêzên me di vê operasyona dagirkeriyê de bi xwînsarî tevgeriya û bi rêbaza serdema nû ya gerîla, êrişên dijmin ên bi teknîkê pûç kirin. Li qadê bi manewrayan dorpêçî têk birin û ev hewldana li dijî xwe veguherandin operasyoneke şoreşger a li dijî dagirkeran. Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî profesyoneliya hêzên me neçar ma ku 3 caran hêzên xwe biguherîne. Tevî dagirkeran gelek kontra û cerdevan jî tevlî vê operasyonê bûn. Artêşa Tirk di vê operasyonê de bi obus û hawanan hêzên xwe jî bombe kir û bi bombeyên fosforê cenazeyên xwe şewitandin.

Hejmara dagirkerên ku hatine cezakirin û hêzên me çûn ser cenazeyên wan 3 ne. Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûne zêdetir e. Yek jê efserekî bi paye 3 çawişên pispor hatin cezakirin. Her wiha fermandarê dagirker ê operasyona dagirkeriyê bi rê ve dibir birîndar bû.”

Nivîsa Pêş