BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 83’an a darvekirina Seyît Riza û hevalên wî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Beriya 83 salan di êrişa qirkirinê de ya li ser Dersimê hate kirin, jin, zarok, extiyar, ciwan 70 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin û pêşengê civakî Seyît Riza, kurê wî û pêşengên din ên xelkê Dersimê hatin darvekirin. Ji ber ku ev yek êrişeke qirkirinê bû, cihên ku Seyît Riza û hevalên wî yên hatine darvekirin lê hatine veşartin, hîn jî tên veşartin. Em, Seyît Riza, hevalên wî yên hatine darvekirin û bi deh hezaran şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin; soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistanê azad bikin, Dersimê azad bikin.
Bi gelek rapor û belgeyên dewleta Tirk hatiye ispatkirin ku qirkirina li Dersimê çima hatiye kirin. Bi çavê mirovan jî li xelkê Dersimê nedinihêrîn û ji bo xelkê Dersimê terbiye bikin û bikin Tirk, ev êrişa qirkirinê pêk anîn. 23 sal piştî qirkirina Ermenan, bû qirkirina herî mezin a sedsala 20’an.
SEYÎT RIZA Û HEVALÊN WÎ WEKE SEMBOL Û ISPATA TUNEKIRINA DERSIMÊ HATIN DARVEKIRIN
Di belgeyên dewleta Tirk de tê gotin ku li Dersim wê êdî zarokên mirovan çênebin. Di belgeyên dewleta Tirk de tê gotin li Dersimê çêliyên mirovan nagihin. Weke hovên derî şaristanî mane nîşan didin ku jiyana wan tenê bi lixwekirina bincilkên spî û xwarina ceh û garisan sînordar e. Kurdên Elewî ku civakîbûn û nirxên xwe yên mirovî xurt e, rastiya wan bi vî rengî hatibû pênasekirin. Li gorî xwe, ji bo bikin Tirk û ji vê rewşê derxînin ev êrişa qirkirinê kiribûn. Li hemberî Dersimiyên ku xwedî jiyaneke bedew a civakî û nirxên xurt ên mirovî ne, bi feraseta dewleteke qirker û zîhniyeteke li derveyî mirovahiyê û hovane, komkujî û zilmeke gelekî giran kirin ku ti carî neyê jibîrkirin. Xelkê Dersimê ev qirkirin ji bîr nekir, bi stran, klam û zêmaran gihand nifşên nû û kir ku neyê jibîrkirin. Bi vî rengî dîroka devkî ya Dersimê veguherî dîrokeke rasteqîn û xurt.
Dersim û Dersîmiya rasteqîn di nava van klaman û dîroka devkî de ye. Yên li derveyî vê, hewldanên mêtingeriya qirker ên ji bo berevajîkirina dîrokê ye. Bêguman arşîvên dewletê jî radixin pêş çavan ku ev komkujî li derveyî mirovahiyê ye. Tayyîp Erdogan beriya bi salan, ji bo CHP’ê rexne bike mikur hatibû ku li Dersimê sûcên giran ên li derveyî mirovahiyê û komkujî hatin kirin. Serokwezîrekî Tirk mikur hat ku li Dersimê komkujî û qirkirin hatiye kirin. Beriya wê jî Îhsan Sabrî Çagliyangîl ku demeke dirêj Wezîrê Karên Derve yê Tirk bû mikur hatibû û gotibû, ku li şikeftan mîna mişkan jehr dane Dersimiyan.
Seyît Riza û hevalên wî weke sembol û ispata vê qirkirinê û tunekirina Dersimê hatin darvekirin. Lê belê neviyên Seyît Riza ku serê xwe li ber van dijminên mirovahiyê yên qirker netewand, bi dilsoziya pêşiyên xwe, dest ji têkoşîna hesabpirsîna ji qirkeran û azadkirina Dersimê bernedan.
Pîr Seyît Riza bi gotina, ‘min nekarî bi fen û fûtên we, bila ev ji min re bibe derd’ rastiya dijmin raxist pêş çavan. Bi gotina ‘Min jî serî li ber we netewand, bila ev jî ji we re bibe derd’ bang li Dersimiyan û gelê Kurdistanê kir ku divê bi sekneke çawa li ber dijmin rabin.
Bila Seyît Riza û hevalên wî xweş razên! Keç û xortên Kurd ên Elewî, Sûnî serê xwe li ber mêtingeran natewînin. Heta ku Kurdistana azad, Dersima xweser biafirînin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Dersim wê bi nasnameya xwe ya Elewî û Kurd azad bibe.
Saît Kiziltoprak, Alî Haydar Yildiz, Huseyîn Cevahîr, Suleyman Cîhan, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Hêlîn Mûrat, Cafer Cangoz û bi hezaran şehîd wê pêşengiyê ji vê têkoşîna azadiyê re bikin. Bi sekn û têkoşîna xwe ya mîna Seyît Riza dijminê qirker xistin nava derdên giran.
Ew ê ti carî neyên jibîrkirin, Dersima Azad û Kurdistana Azad ku hesreta wan e wê teqez pêk were.”