NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) derheqê tundiya li ser jinê ya ku zêde bûyî daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî hişmendiya zayendîparêz, kevneşopî û sinca ku pergala baviksalarî xurt dike xwest ku helwest bêhtir were geşkirin û got, ”Li dijî dagirkeran û dizên kedê, li dijî tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinê ji her demê zêdetir divê em dengê xwe bilind bikin. Li her cografyayê jin têne kuştin.
Desthilat bi necazekirina kujerên jinan dipejirîne. Ji ber vê em ê ji kesî dadmendiyê nexwazin. Ji bo pergaleke ku jin şîrikê desthilatê ne, yasaya xwe ya azadî û wekheviyê serwer kiriye banga me li hemû jinan e. Em bang dikin ku li Tirkiyê û Kurdistanê li dijî desthilata zilamserwer a AKP-MHP’ê ya faşîst, kapîtalîst, mêtinger tevlî kampanyaya me ya pêngavê bibin.
Bi dirûşmeya, ”Em ê faşîzmê têk bibin, azadiya jinê bi dest ve bînin” li dijî polîtîkayên zayendîparêz ku li ser bedena jinê tê avakirin, li dijî desteserkirina keda jinê, li dijî êrîşên qirker û şer ên di ser gelê Kurd û jinan tê rêvebirin, li dijî destwerdana li şêwaza jiyana jinê em bang li hemû jinên karker, kedkar, ciwan dikin ku rabin şoreşê û serhildanê! Ji bo mafê jiyanê, em li standan bin ku wê werin vekirin û 25’ê Mijdarê em li qadan bin.”