NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê banga diyaloga Kurdî kir û destnîşan kir ku li hemberî pîlanên komplogeran hişyar bin û xwedî helwestên netewî bin.
‘TIRKIYE BI PILAN Û ŞERÊ XWE DIXWAZE KURDAN DI PENCÊ QIRKIRINÊ DE BIHÊLE’
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de ev got:
“Ev demek e aloziya li Başûrê Kurdistanê kûr dibin, bandoreke neyînî li hemû parçeyên Kurdistanê dike. Ji ber ku ji vê krîzê re çareserî nayên dîtin, berdêl têne dayîn. Ji lewra diyaloga Kurdî-Kurdî daxwazeke netewî ye û ji bo hemû hêzan rewa ye. Her wiha rêya yekan e ya derketina ji hemû aloziyan e. Tirkiye bi siyaset û planên xwe yên taybet şerê Kurdan dike û dixwaze pirsgirêka kurdî di nava pençên xwe de bihêle û herêmên me dagir bike, her wiha yekîtî û hêza me ya xweser derbe bike.
‘DOZA KURD BÛYE MIJAREKÎ ESASÎ YA QADÊN NAVNETEWEYÎ’
Her kes êdî ji xeteriya pêvajoya heyî ya ku Kurdistan têre derbas dibe, têgihiştiye. Tirkiye hemû giraniya xwe daye dagirkirina Kurdistanê û rêgirtina li ber pêşketinên Kurdan. Doza Kurd bûye mijareke sereke di qadên navnetewî de, Tirkiye ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yekê serî li hemû rêbazan dide da ku şerekî navxweyî di navbera Kurdan de biqewime.
‘YEKANE RÊ DIYALOG E’
Hestyariya pêvajoyê, girîngî û berpirsyartiya diyaloga Kurdî-Kurdî û yekbûna Kurdî û parastina destkeftiyan li me ferz dike.
Wekî tê zanîn, hemû hêzên siyasî û niştîmanî û hemû beşên civaka Kurdistanê di nav de tevgera me bang li aliyên Kurdistanê kir ku bi pey siyaset û planên Tirkiye nekevin û dît ku çareserî bi rêya diyalogan pêkan e.
‘HESTYAR Û XWEDÎ HELWESTÊN NETEWÎ BIN’
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelê xwe û tevahî hêzên niştîmanî yên Kurdistanî û tevahî beşên civaka sivîl dikin ku ji planên komploger hişyar bin û xwedî helwesteke netewî bin da ku rê li ber şerê birakujiyê bigirin. Em bi diyaloga netewî ya Kurdistanî ve girêdayî bin û bi lez kongreyeke niştîmanî ya Kurdistanê lidar bixin.”