NAVENDA NÛÇEYAN
Mirov ji kur û çawa dest pêke rastî jî nizan e. Pênûs di destê min de, nizanim bi çi rengî berxwedanî an jî Fedekarî, Lehengî, Fermandartiya te bide naskirin ji tevahî gelê azadîxwaz re. Di dîroka mirovahiyê de gelek leheng derbas bûne û cihê xwe di nava dîroka zêrîn de girtine. Mirov wê dîroka zêrîn bi çend peyvan an jî bi çend gotinan bîne ziman têrê nake ji ber ku ne gotin, ne jî rûpel têrê dikin ku mirov wê berxwedaniyê bîne ziman.
Tişta ku ez dixwazim bînim ziman pir dur nîne, vaye di roja me ya îro de li ber çavaye û her kêliyeke rihê wê berxwedanê em jiyan dikin û ji bo pêşerojeke azad em didin jiyankirin.
Ya ku ez behsa wê dikim Berxwedaniya Cenga Heftanînê a ku îro bi berxwedaniya wê em hilma azadiyê dikşînin û jiyan dikin. Di her kêliyeke vê berxwedaniyê de lehengek î/ê bi fedekartiya xwe û qehremantiya xwe bûn stêrkek ji wan stêrkên ku her şev bi çirûskên xwe me ronî dikin û dihêlin ku mirov bi nerînekî azad li wan binere bêyî ku biweste ji dîtin û şewqa wan a bedew, yek ji wan Çirûska jî Rêheval Bêrîvan Cûdî ye.
Di heman wextê de mirov vê yekê jî jibîr neke dema ku ev lehengên berxwedêr bûn aşiqê vê axa pîroz a Kurdistanê û li hemberî vê dagirkeriya ku ser axa me tê kirin berê xwe dan qadên azadiyê, armanca wan ew bû da ku vî gelê bindest ji bin wê desthilatdariya dewletên xwînmij rizgar bikin û jiyaneke azad bi Rêberê Mirovahiyê Rêber Apo re li Kurdistaneke Azad jiyan bikin.
Da ku em vê armanca wan pêkbînin û xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin, divê wijdanê me vê dagirkeriyê qebûl neke û li hemberî vê dagirkeriyê em berê xwe bidin qadên azad ji bo Civakeke azad. Da ku em jî di vê jiyanê de kêliyên azadiyê tam bikin û bibin çirûskek ji wan çirûskên ku mirov ji meyizekirina bedewbûna wan têr nabe.
Nasnav: Bêrîvan Cûdî
Nav û Paşnav: Esra Ergun
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Hamî – Hasan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftanîn/25’ê Hezîrana 2020
NC // Zeryan Denîz Amed