SILÊMANIYÊ – Endama Komîteya amadekar Bêrîtan Zagros di derbarê amadekariyê meşê de nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û got; “Pêwîste Ciwan li dijî îxaneta li ser başur û li ser gelê başur helwest nîşanbidin.”
Weke tê zanîn ev nêzî salekê ye hewildanên dagirkirina xaka Başurê Kurdistanê tê kirin û her salê bi palnên cuda êrîşî parçeyên Kurdistan dikin, dagirker hewildidin şerê Kurd bi Kurd pêş bixin. Da ku Kurd bixwe bi hev re şerkin û hev du bikujin. Wisa dikin ku Kurd bixwe hevdu tunebikin.
Wê ciwanên Kurd bi hêza yekgirtî li Teqteq werin gel hev, û bi meşeke dirêj ve ber bi garê ve bimeşin. Em wek Ciwan û bi taybet Jinên ciwan pêwîste li dijî îxaneta li ser başur û li ser gelê başur helwest nîşanbidin. Em dixwazin pêşî li ber çarenusek reş ya ciwana bigrin, pêwîste em ciwan xwedî li axa xwe derkevin.
Bangewazî min ji bo tevahî ciwanan ew e ku di 20’ê mehê de werin tevlî meşa dirêj bibin.