NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser gotin û daxuyaniyên rayedarên PDK’ê yên ku dibêjin; ‘PKK li Başûrê Kurdistanê mêhvan e, bila biçe Bakurê Kurdistanê şer bike’ ciwanên Başûrê Kurdistanê her diçe nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cihê tîne ziman.
Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Ranya û Herêma Raperîn li gelek deverên bajar pankartên ala PKK’ê ku li ser ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin û bal kişandin ser bihevrebûna gel û gerîla.