NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya ji aliyê TKP/ML’ê ve hate dayîn hate gotin ku di şer û bomberdûmana dijwar a 10 rojan a li Alîbogaziyê de endamê TKP/ML’ê û endamê Fermandariya Herêma Dersimê Denîz şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “30’ê Cotmehê heta 9’ê Mijdarê yekîneyeke me ya di bin fermandariya Denîz (Cûmhûr Sînan Oktûlmûş) li Alîbogaz a Dersimê dema amadekariyê xebatên zivistanê dikirin, êrîşek li ser hatin kirin. Dijmin li herêmê bi destekek zêde ya SÎHA û ÎHA dest bi operasyonê kir. Ev operasyon bi desteka balafirên şer ji 30’ê Cotmehê heta 9’ê Mijarê bi dijwarî dewam kir. Hêzên dijmin li vir li hember gerîla bombeyên yek ton bikar anî û bi hevkariya êrîşên dijwar ên 10 rojan dom kir, karî bi qismî bikeve herêmê û di nava çend saetan de qada operasyonê terikandin. Dîsa heman dîrokê li Geliyê Ahpanos a Dersimê li dijî gerîlayên HPG’ê operasyonek dorfireh hatibû destpêkirin û di vê operasyonê de Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Qada Dersimê Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) û gerîlayek HPG’ê şehîd bûbûn.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku wê agahiyên zêdetir têkildarî vê oparasyonê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.