BERLÎN/MARSÎLYA – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya kampanya “Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan” li Berlînê çalakî kirin.
Ciwanan pankarta bi nivîsa “Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e. Bi hev re serhildan” a bi zimanê Elmanî li pira Berlîn-Spandaû’yê daliqandin. Ciwanan her wiha li ber fîşekên hewayî dirûşma “Bijî Serok Apo” qîriyan.
MARSÎLYA
Ciwan bi heman armancê li bajarê Marsîlya yê Fransayê li qada Beldûmeyê li hev kom bûn û daxwaza azadiya Rêberê Gelan kirin.
Çalakî êvara Çarşemê saet di 19:00 de pêk hat. Bi Kurdî û Fransî tim û tim dirûşmên “Liberté pour Ocalan” (Azadî ji Ocalan re) û “Kujer Erdogan” qîriyan.
Ciwanan di çalakiyê de ku nîv saetê dewam kir posterên Rêberê Gelan hildan û meşale û dûyê bi reng bi kar anîn.