BEHDÎNAN – Wesayîtên hewayî yên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bîkdawîda yê navçeya Kanî Masî ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. Di êrîşê de sivîlê bi navê Suleyman Şêxo yê ji gundê Bêdihê birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên heremî wesayîtên hewayî yên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bîkdawîda yê navçeya Kanî Masiyê bomberdûman kir.
Hate diyarkirin ku di êrîşê de Suleyman Şêxo yê ji gundê Bêdihê birîndar bû û li gund xisareke maddî çêbû.
Hate diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên girêdayî PDK’ê nehiştiye ku gel biçe herêmê û bi tenê malbata Suleyman Şêxo kariye biçe herêmê.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li herêmê tevgera hewayî ya balefiran heye û artêşa Tirk sewqiyata leşkerî kiriye.